• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Marîha Elena Naddeo: Ji Abdullah Ocalan re azadî

Navenda Nûçeyan / AW

7 KANÛN 2024 - 12:16
Kategorî: CÎHAN
A A

Wezareta Karên Derve ya Arjantînê çalakiya ji bo pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî” ku dihat plankirin li ber Parlamenta Arjantînê bê lidarxistin, betal kir. Nûnerên Arjantînî bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku dê pêngava azadiyê mezintir bikin.

Nûnerên Arjantînî xwestin di navbera 13-23ê Mijdarê de li pêş Parlamentoya Arjantînê encamên kampanya îmzeyan a pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” parve bikin. Lê Wezareta Arjantînê bêyî ku hincetekê nîşan bide, betal kir.

Piştî betalkirina bernameyê, parlamenterên Frente de Izquierda de los Trabajadores (FIT), nûnerên sendîkayan, bi dehan rêxistinên civakên sivîl û nûnerên tevgerên jinan, ji bo şermezarkirina hevkariya dewleta Arjantînê bi dewleta Tirk re daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyaniya çapemeniyê bi moderatoriya Mîrta Israel ku yek ji îmzekarên kampanyayê ye û endamê Panuelos en Rebeldîa ye pêk hat. Parlamenterên FITê Vanîna Bîasî, Monîka Letîca Schlotthawer û Nîcolas del Cano yên beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê hevkariya Wezareta Karên Derve ya Arjantînê ya Tirkiyeyê re şermezar kirin.

‘Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li vir in’

Endamê Panuelos en Rebeldía Mirta Israel, anî ziman ku ew ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re li hev civiyane û wiha got, “Ji ber astengiya Wezareta Karên Derve ya Arjantînê, çalakiya ku diviyabû me li hundir pêk bianîba, li ber avahiya parlamentê lidar dixin. Di dîroka me de cara yekem e ku em rastî tiştekî wiha tên. Tevî astengiyan jî em ê li vir li ber deriyê parlamentê daxuyaniyên xwe bidin. Ev çalakî bûyereke ku ji bo daxwaza azadiya Ocalan ku di bin êşkence û tecrîdeke giran de tê girtin û azadiya gelê Kurd pêk tê. Ji ber piştgiriya parlamenterên Frente Izquierda (Eniya SSol) em kêfxweş in û em dixwazin guh bidin bertekên wan.”

Parlementerên Eniya Çep jî nerazîbûn nîşanî astengiya çalakiyê dan gotin, “Ev sansur bi awayekî zelal destwerdanek li mafên demokratîk û daxwazên azadiyê ye. Niha li ser banga komîteya hevgirtina bi gelê Kurd re ya ji bo azadiya Ocalan û azadiya zêdetirî deh hezar girtiyên siyasî û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ku bi pêşengiya Erdogan hate pêşxistin jî hat diyarkirin ku parlementer nikarin vê çalakiyê li meclîsê lidar bixin. Weke parlamenterên Eniya Çep em dixwazin hevgirtina xwe ya bi têkoşînên azadî û mafên mirovan ên li dijî binpêkirina mafan a li hawira pevçûnê ya li Rojhilata Navîn tê meşandin re, ragihînin. Ji bo bidawîbûna şer û pêşketina lêgerîna çareseriya demokratîk em piştgiriya xwe radigihînin. Em ji vê derê bang li Birêz Serok dikin. Em her cure polîtîkayên sansur, biçûk xistinê û tepisandinê yên li dijî pêkanîna mafên demokratîk hatine pêşxistin, red dikin.”

Ji parêzvanên mafên mirovan Carlos Lortkipanidse ku yek ji pêşengên rêxistina Cachîto Fûkman û yek ji pêşenga pêngava Azadî ji Rêber Apo re ye, di çalakiyê de axivî. Lortkipanidse, diyar kir ku têkoşîn wê li kolanan bê qezenckirin û wiha berdewam kir: “Wê nikaribin me bêdeng bikin! Li vir li kuçeyê em hemû dîsa li hev kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman û dengê xwe bilind dikin. Em ê ti carî bi van polîtîkayan netirsin. Ji vê derê weke Arjantînî em beşdarî kampanyayeke bi îmzeya zêdeyî 500 sazî û şexsiyetan bûn, ku di asta navneteweyî de hat meşandin, bi beşdariyeke xurt a hemû welatên Latîn Emerîkayê pêk hat. Ev kampanya xwedî karakterekî navneteweyî ye. Bi vê kampanyayê re me ji bo gelê Kurd daxwaza çareseriya siyasî û azadiya hevrêyê xwe Ocalan kir. 26 sal in girtî ye, mînakek wiha li cîhanê nîne.”

‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’

Endama Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan Marîha Elena Naddeo jî nerazîbûn nîşanî astengkirina çalakiyê da û wiha got, “Ez desteka Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan ji bo we radighînim. Dîsa ez dixwazim silavên rêxistina damezrîner a Dayikên Plazo de Mayo li vir parve bikim. Bi konferanseke gelekî watedar a ji aliyê CTA-Autonoma ve hat lidarxistin re me desteka xwe ji vê kampanyayê re anî ziman. Têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Jinên Kurd ku di dilê xwe de mezin bûye, nîşanî me daye ku li dijî fûrandîzmê divê em çawa têbikoşin. Bijî têkoşîna gelê Kurd, bijî têkoşîna jinên Kurd! Ji Ocalan re azadî, ji Ocalan re azadî!”

Ji bo Abdullah Ocalan em xwe bi hêztir bikin

Dîrektora Têkiliyên Navneteweyî yê CTA Autonoma Jûlîan Agûîrre jî got, “Ji bo dewamkirina vê kampanyayê û xurkirina wê, niha hîn bêhtir sedema me heye. Divê em bi biryardarî vê kampanyayê bidomînin û weke însiyatîfeke xurt bidomînin. Divê em xwe bixin pozîsyoneke ku azadiya Ocalan misoger bikin. Ocalan ne şexsekî bi tenê ye. Azadiya wî tê wateya azadiya tevahiya gelan.”

Axaftina dawî ji aliyê aktîvîsta femînîst Claûdîa Korol ve hat kirin. Korol destnîşan kir ku rêya aştiyê ya li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e û da xuyakirin ku Rêber Apo ji bo rêya aştiyê her şêwe baweriyê dide. Claûdîa Korol got, “Parastina şoreşa jinên Kurd ji bo me femînîstan wezîfeyek e. Em behsa tu aştiyê nakin. Em behsa aştî û şoreşê dikin. Ew şoreşa ku em heyranî wê ne. Ew şoreş şoreşa vê sedsalê ye. Şoreşeke ku bi perspektîfeke nû azadiyê ava dike ye.Divê em hêz û hejmarên xwe zêde bikin. Divê em însîyatîfa xwe mezin bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanArjantînClaûdîa KorolJûlîan Agûîrre
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne