• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Malbatên Roboskî 13 sal in di şînê de ne: Em ê çawa ji bîr bikin?

Mahmût Altintaş / AW

24 KANÛN 2024 - 11:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Bi ser komkujiya Roboskiyê re 13 sal derbas bûn. 19 jê zarok û 34 welatî di encama bobebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatibûn kuştin. Tevî 13 sal derbas bûn jî kujer nehatin cezakirin. Malbatên diyar kir ku 13 sal in edalet pêk nehatiye û kesekî lêborîn ji wan nexwestiye û gotin: “Em ê çawa ji bîr bikin?”

Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28ê Kanûna 2011an de ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve komkujiyek hat kirin. Di komkujiyê de 19 jê zarok 34 mirovên Kurd bi bombeyan hatin kuştin. Welatiyên ku di encama bombebaranê de di navbera gundê Roboskî û sînorê başurê Kurdistanê de hatin kuştin, ji aliyê xizm û malbatên wan ve ji ber alîkariya ambulansê nehat dayin cenazeyê wan li betaniyeyan pêçan û bi hesp û romorkên traktoran anîn gund. Bi ser komkujiya Roboskî re 13 sal derbas bûn. Lê di van 13 salan de kujerên komkujiyê nehatin cezakirin û lêpirsînên ku hatin destpêkirin jî tu encam jê derneket.

Piştî ku di lêpirsînan de encam derneket malbatan di meha Tîrmeha 2014an de bi beşdariya 108 parêzeran dosyeua Roboskî birin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). AYM di 26ê Sibata 2016an de ji ber ku di 53 serlêdanan de parêzerên 3 kesan ewraq dereng birin AYMê bi hinceta “Ewraqên kêm” serlêdanê red kir. Piştre bi beşdariya 281 kesan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê DMMEyê jî di biryara xwe ya 17ê Gulana 2018an de diyar kir ku ji ber belge 2 rojan dereng mane ew dosye nayê qebûlkirin û serlêdanan red kir.

13 sal in têkoşîna edaletê didome

Malbatên Roboskî 13 sal in dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedan e. Malbat dibêjin li şûna ku li kujeran doz bê vekirin li malbatan tê vekirin û malbat tên darizandin.

Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan ku wê demê serokwezîr bû bi gotinên, “Artêşa me erka xwe bi cih aniyê” komkujiyê rewa kir. Her wiha ji malbatan hat xwestin ku tezmînat bigrin û bêdeng bimînin. Bi rasthatina salvegara komkujiyê re em çûn Roboskiyê û em li gel malbatan axivîn.

‘Parçeyên bedana wan di nava keviran de bûn’

Ji zarokên ku kuştî Bedran Encu yê 13 salî bû. Ew jî bi hevalên xwe re çûbû ser sînor ji bo debara malbatê. Lê di vegerê de ew jî di bin bomberanê de mabû. Dayika wî Sabriye Encu diyar kir ku kurê wê ji bo pêdiviyên xwe yên dibistanê dabîn bike çûbû qaçaxiyê û wiha got: “Heta em sax bin em ji bîr nakin. Wê şevê balafir digeriyan. Piştre gotin bomberan kirin e. Em li hawarê çûn. Em çûn ku hemû parçe bûbûn û parçeyên bedana wan di nava keviran de bûn. Kujer nehatin cezakirin û lêpirsîna wan paşguh kirin. Kurê min bi bêbextî hat qetilkirin.”

‘Sibehê rabû çû lê êdî vênegeriya’

Sabriye Encu bi lêv kir ku heta kujer neyên cezakirin ew ê ji bo zarokên xwe li pey doza edaletê bin û û got: “Em ê çawa ji bîr bikin? Zarokên me bombebaran kirin. Parçeyên bedena wan heta sibê di nava berfê de man. Piştî kurê min nexweşîn li min peyda bûn. 2 caran anjiyo bûm. Sibeyekê rabû û çû lê êdî vênegeriya. Çi heqê wan hebû zarokên me bikujin? Wan çi kiribû? Ji bo debarê çûbûn.”

’13 sal in em di şînê de ne’

Yek ji welatiyên di komkujiyê de hat kuştin jî Huseyîn Encu bû. Huseyîn Encu 20 salî bû û ji bo debara malbatê dabîn bike çûbû qaçaxiyê. Dayika Huseyîn Encu, Fatma Encu anî ziman ku ew roja komkujiyê tu car ji bîr nakin û ev yek anîn ziman: “Kurê min cara ewil bû sînor derbas kiribû. Bi hevalên xwe re ji bo debara malbatê çûbû qaçaxiyê. Tevî ku 13 sal derbas bûn jî kes nehat cezakirin. 13 sal in em di şînê de ne. Mîna ku komkujî îro qewimî be. Em hê jî di şînê de ne. Roj tune ye ku em negirîn. Her roj ji bo me xem û girîn e.”

‘Ne edalet hat û ne kesekî lêborîn xwest’

Fatma Encu destnîşan kir ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatiyê kuştin û wiha got: “Dewletê zarokên me kuşt. Baweriya me ji edaletê nîn e ku pêk were. Edalet pêk nayê. Çimkî edalet tune ye. Ne bi dizî çûbûn. Jixwe haya dewletê ji wan hebû ku diçin û tên. Li pêş çavê wan diçûn. Lê belê zarokên me parçe kirin. Em ê çawa ji bîr bikin? Lê edalet nehat û ji kesî lêborîn nexwestin. Ne edalet pêk hat û ne jî kesek hat cezakirin. Li şûna ku kujeran ceza bikin malbatan û zarokên me ceza dikin.”

Etîket: Komkujiya RoboskîRoboskî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

28 NÎSAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

28 KANÛN 2025
Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

28 KANÛN 2025
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qurbaniyên Roboskiyê bi bîr anî

26 KANÛN 2025
Li gundê Roboskî civîna gel hat lidarxistin

Li gundê Roboskî civîna gel hat lidarxistin

8 TÎRMEH 2025
Li sînorê Kobanê bang kirin: Parastina Rojavayê erka me ye

Li sînorê Kobanê bang kirin: Parastina Rojavayê erka me ye

28 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne