• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mahmut Dîndar: Berpirsyarê aştiyê diyar e

Onder Akbulut / AW

7 ÇILE 2025 - 10:49
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Amed– Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar destnîşan kir ku projeyên hêzên emperyalîst li ser Rojhilata Navîn tên zanîn û got “Ev şerê ku li Rojhilata Navîn diqewimin, em bêjin li Filistin, Lubnan, Sûreye, Iraq û Îranê; çareseriyê, aştiyê di navbera gele kurd û tirk de ferz dike.”

Di 28ê Kanûna 2024an de heyeta Partiya Wekhevî û Demkokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya ku ji Sirri Sûreya Onder û Pervîn Bûldanê pêk dihat çû Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heyetê rojek şûn de di 29ê Kanûnê de peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekî bi raya giştî re parvekir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyamên xwe da bal kişandibû ser şerê li Rojhilata Navîn û mudaxeleyên hêzên emperyalîst û gotibû: “ Ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû derdorên siyasî yên Tirkiyeyê, hesabên xwe yên biçûk û demkî daynin aliyekî û bibin xwedî înîsiyatif.” Peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di nav gelê kurd û hêzên aştîxwez û demokratîk de hêvî û baweriya çareserî û serkeftinê xurtir kir. Nîqaş û nirxandinên li ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî berdewam dikin.

Gelê kurd ji bo aştiyê amade ye

Parlementerê Partiya Wekhevî û Demkokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Wanê Mahmut Dîndar têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re axivî. Mahmut dîndar diyarkir ku gelê kurd ji bo aştiyeke bi rûmet amadeye û got “Hûn dizanin di demeke nêzîk de li gel birêz Abdûllah Ocalan hevdîtinek pêk hat. Ev hevdîtin ji bo ku pirsgirêka kurd a ku sed salin dewam dike were çareserkirin girîng e. Di pêvajoya 2013yan de gelek kêmasî çêbûn mixabin çi kêmasiyên me çi yên dewletê, ew pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam nebû. Ji ber vê jî dîsa dilê gelek dayikên me şewitî, zarokên me, gelê me hatin kuştin. Niha jî her çiqas mirov nikaribe jê re bibêje pêvajoyeke nû jî lê gavek hat avêtin. Gelê me, siyaseta me bi salan e ji bo aştiyeke bi rûmet amadeye. Wan jî gavek avêt, destê xwe dirêj kir, me jî destê wan li hewa nehîşt. Ev şerê ku li Rojhilata Navîn yên ku li Filistin, Lubnan, Sûreye, Iraq û Îranê pêş dikeve; çareseriyê, aştiyê di navbera gele kurd û tirk de ferz dike. Ji ber vê me jî got rêya aştiyê, berbirsyarê aştiyê diyar e. Ji bo aşitiyê pêwist e hûn destê kê bigrin diyar e. Ew jî Îmrali ye. Li ser vê Dewlet Bahçelî jî daxuyanî da û got “ Bila heyeta DEM Partiyê biçe Îmraliyê, bila Ocalan bê meclîsê biaxive.”

Divê dewlet û hikûmet gavan bavêjin

Mahmut Dîndar destnîşan kir ku Abdullah Ocalan gotiye ‘Ez ji bo ku aştiyeke bi rûmet pêk were amademe’ û wiha berdewam kir: “Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de fikrên xwe berfireh anîne ziman û dibêje; ez amademe, bes dewlet, hukumet gavên pêwîst bavêje, ji bo ku aşitiyeke bi rûmer di nav gelê kurd û tirk de pêk were çi bikeve ser milên min ez ê jî pêk bînim. Tabî îro êdî rol û mîsyon dikeve ser milê dewlet û hukumetê ku gavan bavêje, em jî van gavan bi çavên xwe bibînin ku gelê me jî êdî bawer bike ku rêya aşitiyê vebûye, ev 50 salin qetlîamên ku li ser gelê me pêktên dê bêne sekinandin û jiyaneke wekhev û aşitiyeke bi rûmet dê bê avakirin. Ji bo vê jî divê êdî dewlet bi şiklekî exlaqî, bi cesaret gavên pêwîst bavêje, ev him daxwaziya hemû siyasetmedarên me, parlementerên me ye, him daxwaziya gelê me ye. Ev daxwaz çi ne; divê êdî tecrîd li ser Serok bê rakirin, Serok bi awayekî fîzî li gel gelê xwe be, bi gelê xwe re, rêxistina xwe re baştir bikaribe rol û mîsyona xwe ji bo aşitiyê baştir pêk bîne.”

Gelê kurd bi tu awayî serî natewîne

Mahmût Dîndar diyarkir ku ev sed salin hêzên emparyalîst Dewleta Tirk her cure zilim û zordestî li ser gelê kurd meşandiye û wiha bi dawî kir: “Niha gelê kurd êdî hatiye asteke wisa bi tunehesibandinê, bişaftinê, kuştinê, qetlîaman ne tune dibe ne jî serê xwe ditewîne û çong datîne. Ji bo vê jî êdî mecbûriye aştiyek bê avakirin. Ev mafê gelê kurd e. Sed sal berê gelê kurd bi Peymana Lozan ji aliyê hêzên emperyalîst ve hat parçekirin, tune hat hesibandin. Lê ev pêncî sal in em bi awayekî herî bi rûmet, bi berdêlên giran têdikoşin ji bo welatê xwe, ji bo azadiya xwe. Êdî pêwîst e gelê kurd jî bi awayekî azad , bi rûmet jiyana xwe berdewam bike.”

Etîket: DEM PartîMahmut Dîndar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne