• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Lijneyên Çavdêriyê hilweşînin û girtiyên nexweş berdin’

Wan / AW

13 MIJDAR 2026 - 14:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî mirina girtiyê nexweş Tuncer Saglam û binpêkirinên mafan ên di zindanan de daxuyaniyek da û xwest ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên hilweşandin û girtiyên nexweş bên berdan.

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê li dijî binpêkirinên mafan ên li zindanan û mirina girtiyê nexweş Tuncer Saglam li Kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hat vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

‘ATK mafê jiyanê dixe xetereyê’

Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê TUHAY-DERê Nedîm Şîpal ve hat xwendin. Nedîm Şîpal diyar kir ku li zindanên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan a sîstematîk ên li dijî girtiyên siyasî her roj encamên girantir bi xwe re tîne.

Nedîm Şîpal destnîşan kir ku astengkirina mafê tenduristî û jiyanê û bêparkirina ji azadiyê ya girtiyên ku înfaza xwe qedandine gihiştiye asteke herî mezin û wiha got: “Tuncer Saglam ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dihate ragirtin, tevî pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî di dema xwe de negihiştiye teşhîs û tedawiyeke bi bandor û di 7ê Mijdara 2026an de li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqereyê jiyana xwe ji dest daye. Tevî nîşanên di asta pêşketî de yên di laşê wî de û serlêdanên ji bo berdanê jî bi astengiyên burokratîk biryara paşxistina înfazê nehatiye dayîn û Saziya Tiba Edlî (ATK) bi helwestên xwe yên derengxistinê mafê jiyanê rasterast dixe xetereyê.”

‘Lijneyên Îdare û Çavdêriyê înfazan dişewitînin’

Nedîm Şîpal bal kişand ser biryarên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê û ev tişt anî ziman: “Girtiyên siyasî yên ku cezayê xwe bi awayekî qanûnî qedandine, bi ferzkirina poşmaniyê û bi raporên bê bingeha hiqûqî di zindanan de tên ragirtin. Ev lijne dikevin şûna dadgehan û wekî meqameke duyemîn a darizandinê mafê azadî û ewlehiya kesane binpê dikin.”

‘Destpêka pêvajoyê ve 16 girtiyan jiyana xwe ji dest dane’

Hevserokê DBPê yê Wanê parêzer Cemal Demîr jî diyar kir ku pirsgirêka girtiyên siyasî pirsgirêka hemû mirovahiyê ye û kesên li zindanan jiyana xwe ji dest didin şerma her kesî ye. Cemal Demîr anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê ve 16 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û rewşa bi sedan girtiyan jî gelekî xirab e û wiha got: “Divê li benda qanûnan nemînin û demildest ev heval bên berdan. Em ji vir bang dikin li gorî civaka exlaqî tevbigerin. Di kampusan de çiqas revîr hebin jî derfeta tedawiyê tune ye. Pirsgirêkeke din jî îdare ye, ne li gorî qanûnê û ne jî li gorî mafê jiyanê tevdigere. Ji zindanan desthilatdarî berpirsyar e. Komîsyona ku hatiye avakirin xwe bi desthilatdariyê ve girêdayî hiştiye, ev yek ne li gorî destûra bingehîn e û em vê yekê qebûl nakin.”

‘Herkes berpirsyar e’

Cemal Demîr diyar kir ku Tuncer Saglam çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest da û wiha bi dawî kir: “Berpirsyar îhmal in û her kes berpirsyar e. Bêyî ku dem derbas bibe divê lêpirsîn bê vekirin û berpirsyar hesab bidin. Ev 2 sal in pêvajo berdewam dike. Aliyê Kurd gelek gav avêtin lê hîn jî girtiyên nexweş nehatine berdan. Di pêvajoya berê de girtiyên nexweş li gorî raporan dihatin berdan, lê vê carê ev yek nehat kirin, ev ne li gorî qanûnê ye. Êdî dema wê hatiye ku bibin bersiva qanûn û pêvajoya azadiyê. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em bang li berpirsyaran dikin ku berpirsyariyê hilgirin ser xwe.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Platformên Saziyên DemokratîkSaziyên demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Platforma Saziyên Demokratîk banga çalakiya deng derxistinê

Ji Platforma Saziyên Demokratîk banga çalakiya deng derxistinê

21 ÇILE 2026
Li dijî talankirinê nobeta parastinê

Li dijî talankirinê nobeta parastinê

6 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne