• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li warê Kawayê Hemdem pîrozbahiya Newrozê: Newroz azadî ye

Xarpêt / AW

14 ADAR 2025 - 14:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li warê Mazlum Dogan li navçeya Depê cejna Newrozê bi coş hat pîrozkirin. Gultan Kişanak di pîrozbahiyê de axivî û got: “Divê em derfetan ava bikin ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”

Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civakeke Demokratîk” tê pîrozkirin îro li bajarê Mazlûm Dogan ku li dijî zilm û zexta li Zindana Amedê bi sê darikên niftikê agirê Newrozê pêxist û xwe şewitand, hate pîrozkirin. Li ser dikê pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” hate daliqandin. Siyasetmedara kurd aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, Parlamenterên DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku û Ayten Kordû, Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr, aktivîstên TJAyê, rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi hezaran kes tev li bernameya Newrozê bûn. Girseya ku di noxteyên kontrolê yên polîsan re derbas bûn û herikî qadê demekî dirêj li ber dahol û zirneyê govend gerand. Gelek welatî bi taybetî jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li Newrozê bûn.

Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevşaredarên Depê, rêxistina DEM Partiyê ya DEPê derketin ser dike û beşdarvan silav kirin. Dû re xwişka Mazlûm Dogan, Arife Yildirim derket ser dikê û axaftineke kurt kir. Arîfe Yildirim xelkê silav kir û got: “Hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesîleya aştiyê û azadiyê.”

Dûre hunermend Ciwan Adar derket ser dikê. Girseyê li ber stranên hunermend Ciwan Adar bi coş û kêfxweşî govend gerand.

Agirê Newrozê pêxistin

Bi tevlibûna aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak, parlamenter Ayten Kordû û Omer Farûk Hulaku û Hevşaredarên Depê agirê Newrozê hate pêxistin. Demek dirêj siyasetmedar û welatiyan li dora agir govend gerandin.

‘Em ê aştiyê bi hev re bînin’

Piştî pêxistina agir, parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû axivî. Ayten Kordû bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Bi bangê re agirê Newrozê dê li her derê bêtir bilind bibe. Têkoşîna me ya demokrasiyê dê li her derê belav bibe. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin.”

‘Agirê Newrozê ji feraseta yekperest re bû dojeh’

Piştre parlamenterê Çewligê Omer Farûk Hulaku axivî. Omer Farûk Hulaku destnîşan kir ku sê darên şixatê yên Mazlûm Dogan vêxistî mezin bû, ew heta van rojan hatin û wiha got: “Ev agir ji feraseta yekperest re bû dojeh. Banga ku Rêberê Gelê Kurd kir, banga aştiyeke erênî ye. Banga bi hev re jiyana gelan e. Ev qad xwedî îradeya ku şer bi dawî bike ye. Ev Newroz xwedî derketina banga Rêzdar Abdullah Ocalan e. Ez Newroza rêberê gelan pîroz dikim.”

‘Divê em ewilî ji xwe bawer bin’

Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanak diyar kir ku gelek nêz in ku xeyala xwe pêk bînin û wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Divê em ewilî ji xwe bawer bin. Em ê bibin yek. Em ê destê hevrêyê xwe bigirin û bi hev re bimeşin. Kesên ked didin û li ber xwe didin dîrokê dinivîsin. Em ê bi hev re bigihin aştî û azadiya ku em xeyala wê dikin. Em ê civakeke demokratîk û aştiyane ava bikin.”

‘Birêz Ocalan tevî tecrîdê jî berpirsyarî girt ser xwe’

Gultan Kişanak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan tevî tecrîdê berpirsyarî girt ser xwe. Divê niha em weke gel vê berpirsyartiyê bigirin ser mile xwe. Divê em derfetan ava bikin ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe û tev li pêvajoyê bibe. Divê birêz Erdogan û parlamento berpirsyartiyê bigirin ser xwe. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku em temaşe bikine, divê bi wêrekî berpirsyartiyê bigirin. Mazlûman bi berpirsyartiyeke mezin canên xwe feda kirin. Ji bo kesekî/e din nemire em ê berpirsyartî bigirin ser xwef û gelek bixebitin û xwe bi rêxistin bikin. Em ê bêtir bibin yek û serbikevin.”

Newroz bi stranên Koma Vejîn a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dawî bû. Girseyê li ber stranên komê govend gerand û şahiya Newrozê bi coş pîroz kirin.

 

 

Etîket: Abdullah OcalanNewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne