Li Wanê ji ber barîna berfa zêde rêyên 68 gund û 29 mezrayan, bi giştî 97 cihan çûhûnatina rê hat girtin.
Ji duh êvarê ve li seranserê Wanê berf dibare û ji ber barîna berfê li Wanê rêyên 68 gund û 29 mezrayan hatine girtin. Li Mîksê rêya 1, li Ebexê 3, li Şaxê 20, li Artemêtanê 4, li Westanê 40, li Rêya Armûşê 21, li Bêgiriyê 7 û li Seravê jî 1 gundan bi giştî rêyên 97 gund û mezrayan hatine girtin.
Li gorî Midûriyeta Giştî ya Avhewayê wê hefteya bê careke din li Wanê barîna berfê dest pê bike.














