• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Siwêregê Cejna Newrozê hat pîrozkirin

Riha / AW

17 ADAR 2025 - 14:52
Kategorî: ROJANE
A A
Di axaftinên pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Sêweregê de bi hezaran kesî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kirin.

Li navçeya Sêwereg a Rihayê bi dirûşmên; “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk ji bo azadiyê” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li qada kêleka Bazara Genim a li ser rêya Wêranşarê hate lidarxistin, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Serhat Eren, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, nûnerên rêxistinên civakî, hevşaredarên DEM Partiyî û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi alên kesk, sor û zer xemilandin, li ser dikê pankarta bi nivîsa “Newroza civaka demokratîk ji bo azadiyê” hat daliqandin. Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî ketin qadê, demeke dirêj govend gerandin. Di nuqteyên lêgerînê de polîsan gotin qedexe ye ku bi pêlavên marka Mekapê bikevin qada Newrozê lê gel astengî nas nekir û bi pêlavên Mekapê ketin qadê.

Di pîrozbahiyê de Komîteya Amadekar a Newrozê, hevserokên bajar û navçeyan ên DEM Partî û DBP’ê gel silav kirin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên; “Bijî Serok Apo”, “Li çiyayan negerin, Apocî li her derê ne” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adalet Çay Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Îro cejna me ye. Em ê bi ser bikevin. Em dayikên aştiyê ne. Em dixwazin ev şer biqede. Divê êdî dayik negirîn. Em ji vir silavan ji Îmralî û Rêber Apo re dişînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu bi kirmanckî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Em ê Newroza xwe bi zimanê xwe yê dayikê pîroz bikin. Polîtîkaya înkarê ya sed salî hat meşandin. Gelan înkar kirin. Em bi têkoşînê hatine van rojan. Yên ku li dijî înkarê bedena xwe dan ber agir bi 3 darikên kîbrîtê yên li zindanan ev rêya azadiyê ji me re vekirin. Silav li her û her canekî me yê xwe feda kirin re. Newroza her yek û her hevalên me yên li zindanan li ber xwe didin pîroz be.”

Kordu kuştina Elewiyan li Sûriyeyê şermezar kir û wiha dewam kir: “Duh li Kobanê malbatek hat kuştin. Em komkujiyê şermezar dikin. Mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û pêvajoyek da destpêkirin. Di 27ê Sibatê de bangek kir. Em ê heta dawiyê vê bangê hembêz bikin. Weke jin em ê banga birêz Ocalan hembêz bikin. Ev yek bangek li her kesên dibêjin ew mirov in e. Avakirina Civakeke Aştî û Demokratîk berpirsyariya me ye. Em ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî wiha axivî: “Silav ji kesên dîroka Newrozê nivîsandine re. Newroz roja wan kesan e ku jiyaneke nû ava dikin. Silav li wan kesan be ku jiyaneke nû ava dikin. Newroz mizgîniya Kawayê Hesinkar e, aştî li wan kesan be ku heta roja me ya îro vê mizgîniyê hildigirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga manîfestoyê kir. Di vê manîfestoyê de daxwaza welatekî ku gel dikarin lê azad bijîn, îradeya wan neyê xespkirin û her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike heye. Em ê vê bangê hembêz bikin. Divê hikûmet bersivê bide vê banga dîrokî û vê firsendê baş bi kar bîne. Divê di zûtirîn demê de şert û mercên jiyana bi hev re ya gelan bên misogerkirin. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze divê şert û mercên azad ên xebatê bên guhertin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de hate pêxistin û li gel wê dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Ciwanan ser agirê ku demeke dirêj hat pêxistin re baz dan.

Pîrozbahî li ber stranên Koma Perwer û stranbêj Bekîr Altay û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: NewrozNewroza 2025anRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne