• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

Stenbol / AW

29 NÎSAN 2026 - 12:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ji bo qurbaniyên di mitîngên 1ê Gulanê de hatine kuştin li sê cihan bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyan de hate diyarkirin ku ew ê bi dirûşmeya “Bibin yek û biguherînin” li qadan bin.

Di sala 1977an de polîsan êrişî koma ku hewl da li Qada Taksîmê 1ê Gulanê pîroz bike, kiribû. Di encama êrişê de 41 kes jiayana xwe ji dest dabûn. Di sala 1989an de li Şîşhaneyê polîs êrişî xwendekaran kiribû û ciwanê 17 salî bi navê Mehmet Akîf Dalci hatibû kuştin, di sala 1996an de jî li Kadikoyê polîs êrişî gel kiribû û 3 karker hatibûn kuştin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo kesên di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de jiyana xwe dest dabûn li Evrazê Kazanciyê, Şîşhane û Kadikoyê bernamayên bîranînê li dar xist.

Endam û rêveberên sendîkayan, nûnerên partiyên siyasî ewilî li Evrazê Kazanciyê kom bûn, qurbanî bi bîr anîn û li vir daxuyanî hate dayîn. Ewilî Seroka Giştî ya DÎSKê Arzû Çerkezoglu axivî.

‘Ev desthilat li dijî kedê aliyê kedxwariyê ye’

Arzû Çerkezoglu diyar kir ku Qada Taksîmê qada 1ê Gulanê ye û got: “Kesên ku xwestin dengê karkera qut bikin îro hê li ser kar in. Ev desthilat li dijî kedê aliyê kedxwariyê ye. Her ku diçe êrişên xwe zêde dike. Ev dorpêça li Qada Taksîmê hişmendiya AKPê nîşan dide. AKP îro dixwaze bi destê emperyalistan desthilatdariyê di destê xwe de bigire. Lê xwediyên vî welatî hene. Em li vir in, dirûşmeya me jî ‘Bibin yek û biguherînin’ e. Em werin cem hev tu kes nikare li pêşiya me bisekinê.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’

Paşê Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz axivî û destnîşan kir ku di sala 1977an êrişî li gel hate kirin lê divê were zanîn ku kes nikare têkoşîna karkeran ji holê rake û wiha axivî: “Kiryar hatin parastin. Li dijî wan hewceyî bi berxwedanek hê mezintir heye. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Paşê beşdaran qerenfîlên danîn cihê komkujiyê û qurbanî bi bîr anîn.

Piştî bernameya li vir girse ji Evrazê Kazanciyê heta Şîşhaneyê meşiya û li vir ji bo Mehmet Akîf Dalci yê ku sala 1989an di çalakiya 1ê Gulanê de hatibû kuştin, bibîr anîn.

‘Em ê biguherînin’

Serokê 2yemîn a Konseya Navendî a TTB Pinar Saîp li vir axivî û ev yek anî ziman: “Mehmet Akîf Dalci bi fîşeka polîsan hate kuştin. Mehmet Akîf 17 salî û karkerekî zorak bû. Îro zarok li kar jiyana xwe ji dest dedin. Em ji bo zarok û karker bi awayekî ewle bixebitin têdikoşîn. Em ê li qadên 1ê Gulanê bibêjin ‘em ê biguherînin’.”

Paşê girse qerenfîlan danîn cihê ku Dalci lê hatibû kuştin û ji vir derbasî Kadikoyê bû û li wir ji bo 3 karkeran ku di sala 1996an de hatibûn kuştin, bernameya bîranînê li dar xist.

Etîket: 1ê GulaneDİSKKESKqurbaniyên 1ê GulanêTMMOBTTB
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
TMMOB: Şewata li Licê ji ber xemsariyê derketiye

TMMOB: Şewata li Licê ji ber xemsariyê derketiye

29 TÎRMEH 2026
Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

22 TÎRMEH 2026
Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

Li Wanê banga têkoşînê: Rejîma qeyim polîtîkaya qirkirina ekolojîk dimeşîne

19 TÎRMEH 2026
‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne