Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di teqîna bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê de 2 kes mirin û 13 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî derbarê teqîna li Şamê de daxuyanî da û diyar kir ku erebeya veguhastinê ya li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê teqiya, 2 kes mirin û 13 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHyê navên birîndaran ên ku hat8n bidestxistin wiha ne; Îmtîsal Rizqullah, Sefoh Îmad, Eyhem El Dîmeşqî, Meysa Qetof û Kirstîn Hilo.
Aliyên fermî heta niha sedemên teqînê yan jî nasnameyên qurbaniyan aşkera nekirine. Aliyên eleqedar jî lêpirsînên der bare bûyerê de didomînin.













