Li qada seyrangehê ya navçeya Gêlê ya Amedê hate îdiakirin ku ji ber germê 2 otomobîl şewitîn. Dîmena şewitandina wesayitan kêlî bi kêlî hate girtin.
Ji ber germahiya havînê gelê Amedê berê xwe dide cihê seyrangehan û hînik. Yek ji van cihan jî Qada Seyrangehê ya bi navê Lyra Garden a li navçeya Gêlê ya Amedê ye. Di saetên piştî nîvro de hate îdiakirin ku ji ber pileya germahiyê zêde bû, 2 otomobîlên bi plakayên 06 COZ 465 û 06 AEG 744 ku li kêleka hev bûn, şewitîn.
Piştî wesayît şewitîn tîmên agirkujiyê yên şaredariyê hatin cihê bûyerê û agirê bi wesayîta ketibû tefandin.
Dîmenê kêliya şewitandina texsiyan kêlî bi kêlî hatin girtin.
Pistî bûyerê cendermeyên derbarê hatin cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.













