• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Parîsê bazariya qirêj: Sefîrê Îsraîlê gotinên Ocalan piştrast kir

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÇILE 2026 - 11:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nîqaşên li ser Peymana Parîsê ku tê angaştkirin di navbera Îsraîl û HTŞ-Tirkiyê de têkildarî êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê bazarî hatine kirin, ev yek bi îtîrafa Sefêrê Washîngtonê yê Îsraîlê piştrast bû. Gotinên Sefîr Leîter di heman demê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawiyê de kiribû jî piştrast kir.

Nîqaşên Peymana Parîsê ku 6ê Çile de pêk hat berdewam dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawiyê de bal kişandibû ser vê peymanê û wiha gotibû: “Ev kemîneke ku gelan car din bîne dijberî hev. Min gelek caran bal kişand ser vê rewşê. Peymana li Parîsê di navbera Îsraîl û Sûriyê de hatiye çêkirin, bingeha êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Bi vê peymanê dixwazin Bakurê Sûriyê jî, Başûrê Sûriyê jî ji nûve dîzayn bikin. Xuya ye Golan û Sûveyda dane Îsraîlê, navbera Dîcle û Firat jî dane Şara. Ku Tirkiye bifikire ev dê fayde bide wê, xeletiyek dîrokî dike.”

Hêj di ser nirxandinên Ocalan de du roj derbas nebûyî ajansa Reutersê nûçeyek li ser Peymana Parîsê ku bi navbeynkariya DYAyê di navbera Îsraîl û HTŞ-Tirkiyê de pêk hat, weşand. Reutersê diyar dike ku li gorî agahiyên ji “rayedarên Sûriyê” girtine êrişên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bûne rojeva civînê. Reutersê di nûçeyê de ji devê rayedarên Sûriyê yên tev li civînê bûne van agahiyan dide: “Ji bo em operasyonekê li dijî HSDê bikin û hin deverên di bin kontrola HSDê de bigirin, me pêşniyarek kir. Li dijî vê pêşniyarê Îsraîlê hîç dengê xwe dernexist û îtîraz nekir.”

DYAyê peyama ‘hûn dikarin operasyonê bikin’ da Sûriyê

Her wiha Reutersê cih dide berdewama agahiyên rayedarên Sûriyê û wiha didomîne: “Tirkiyê ji me re got ku DYA bi şertê ‘Kurdên sivîl bên parastin’ destûrê dide operasyonek li dijî HSDê.”

Ji Sefîrê Îsraîlê îtîraza wekî îtîrafê

Sefîrê Washîngtonê yê Îsraîlê Yechîel Leîter li ser vê nûçeyê di hesaba xwe ya fermî de parvekirinek weşand. Leîter nûçe jî vegirt û li ser ev peyam nivîsand: “Ez dixwazim vê yekê pir bi zelalî diyar bikim: Ez wekî kesek di tevahiya civîna Parîsê de cih girtî dikarim bêjim ku Îsraîlê bu tu awayî operasyonek ji hêla artêşa Sûriyê ve li hemberî Kurdên Sûriyê erê nekiriye. Hemû angaştên ku dibêjin me wisa kiriye, xelet in.”

Di civîna Parîsê de çi çêbû?

Ligel sefîrê Îsraîlê destnîşan dike ku êriş erênekirine jî pisporên têkiliyên navneteweyî berovajî vê yekê difikirin. Li gorî pisporan Sefîrê Îsraîlî Leîter dibêje ku operasyon erê nekirine lê nikare bêje li dij derketine an jî îtîraz kirine. Pisporên dîplomasiyê diyar dikin ku di zimanê dîplomasiyê de bêdengmayîn û îtîraz nekirin tê wateya erêkirinê. Bi dehan kesan li binê peyama Leîter şîrovekirin û peyam wekî îtîrafê nirxandin.

Prof. Cheeka Yusapov: Bêdengî erêkirin e

Profesor Cheeka Yûsapov ku li ser hesaba xwe peyama Leîter şîrove, wiha got: “Hûn erêkirina operasyonê înkar dikin lê gotar û tevahiya çavkaniyên din piştrast dike. We îtîraz nekiriye, îtîraz nekirin, çav li van tiştan girtine û ev bi serê xwe erêkirin e. Di peyamê de gotina, ‘me îtîraz kir’ tune ye. Ji xwe piştî destpêkirina êrişan heta niha bêdengiya Îsraîlê jî derfet dide şîroveyek wiha. Ku erêkirin tune be çima li dijî derketin tune ye? Zelal e ku civînek çêbû, tiştên girîng hatin nîqaşkirin û hûn vê yekê jî înkar dikin?”

 

Etîket: Abdullah OcalanÇeteyên HTŞê û TirkiyeyêÎsraîlPeymana ParîsêReutersSefîrê Washîngtonê yê Îsraîlê Yechîel Leîter
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Hizbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn!

Hizbûllah û rêveberiya Sûriyeyê li Tirkiyeyê civînek veşartî pêk anîn!

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne