15 partî û rêxistinên siyasî ji beşên cuda yên muxalîfên Îranê li Osloyê belgeyeke hevbeş pejirandin û îmze kirin. Di belgeyê de li ser wekheviya zayendî, parastina mafên mirovan û têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê tê destnîşankirin.
Li Osloyê 15 partî û rêxistinên siyasî ji beşên cuda yên muxalîfên Îranê belgeyeke hevbeş pejirandin û îmze kirin. Di belgeyê de bal kişandin ser wekheviya zayendî, parastina mafên mirovan û têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê.
Îmzekirina vê belgeyê piştî çend mehan ji danûstandinên di navbera hêzên siyasî yên cuda de ku ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatin hêsankirin, pêk hat. Pêvajoya nivîsandinê bi konferansa “Mafên Mirovan li Îranê Piştî Komara Îslamî” ku di Cotmeha 2025an de hate lidarxistin, dest pê kir. Nûnerên ji 12 rêxistinan bi giştî 15 partî ku belgeyê erê kirine li Osloyê civiyan û bi fermî îmze kirin.
Naverok û armanca belgeya hevbeş
Belge prensîbên mafên mirovan ên herî kêm wekî wekheviya tevahî di mafên qanûnî de û qedexekirina cudakariya zayendî, dijberiya cezayê mirinê, qedexekirina îşkenceyê, azadiya derbirînê û civînê, mafê darizandinek adil û rêveberiyeke demokratîk dihewîne. Armanca belgeyê ew e ku mafên takekesî û kolektîf ên hemû welatiyan di dema veguhêztinê de, bêyî cudakariya li ser bingeha zayend, nêrînên siyasî, etnîsîte yan olî, garantî bike.
Kesên ku belge îmze kirine partiyên siyasî yên seranserî welêt, her wiha komên cûrbecûr di nav civakên Kurd, Tirk, Belûç û Tirkmen de ne ku xwedî meylên siyasî yên cûda ne.
Li gorî organîzatoran, armanca vê înîsiyatîfê ne avakirina tifaqeke siyasî yan pêşxistina bernameyeke siyasî ya hevpar e. Armanca sereke ew e ku bingehek ji bo hevkariya pratîkî di parastina mafên mirovan, têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê û cudakariya avahîsaziyê û piştgiriya girtiyên siyasî de were afirandin, di heman demê de serxwebûna her yekîneyeke siyasî were parastin.
Navên 15 partî û rêxistinên ku belge îmze kirine wiha ne:
*Eniya Demokratîk a Îranê
*Partiya Hevgirtina Demokratîk a Ehwazê
*Partiya Çep a Îranê
*Partiya Demokratîk a Azerbaycanê
*Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
*Partiya Demokrasî û Geşepêdanê ya Azerbaycanê
*Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
*Partiya Komunîst a Karkerên Îranê
*Partiya Komala ya Kurdistana Îranê
*Partiya Komala ya Karkerên Kurdistanê
*Partiya Gelê Belûç
*Konseya Stratejîk a Komarîyan di Nav Welêt de
*Konseya Hikûmeta Demkî
*Konseya Hevkariya Sehraya Tirkmenî
*Hevgirtina Komarî ya Îranê
Rewşa mafên mirovan û zêdebûna binpêkirinan li îranê
Îmzekirina vê belgeyê di demekê de tê ku mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan li Îranê ji ber zêdebûna binçavkirinan, sepandin û cîbicîkirina cezayên giran ên girtîgehê û cezayê darvekirinê gihîştine qonaxek krîtîk. Di mehên dawî de, bi dehan çalakvanên jin, xebatkarên civaka sivîl û xwepêşander hatine binçavkirin û rêxistinên mafên mirovan ji zêdebûna cîbicîkirina cezayên darvekirinê li dijî jinan û her wiha sepandina cezayên darvekirinê li ser xwepêşanderên jin û çalakvanên siyasî nîgeranin.
Rêxistinên navneteweyî bi berdewamî li ser bêserûberiyên di darizandinên girtiyên jin de, îşkence û binpêkirinên sîstematîk ên mafên wan ên bingehîn hişyarî dane û daxwaza bidawîanîna van cezayan di cih de kirine.











