• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Manîsayê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Manîsa / AW

22 ADAR 2026 - 17:52
Kategorî: ROJANE
A A
Li Manîsayê “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku jin pêşengên mezinkirina agirê Newrozê ne.

Li Manîsayê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Lale Newroz hate pîrozkirin. Parlamenterê Mersînê DEM Partiyê Alî Bozan, nûnerên gelek rêxistinên sivîl û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

‘Jin pêşengên mezinkirina agirê Newrozê ne’

Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel pêşî axivî. Evîn Gunsel axaftina xwe bi pîrozkirina Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Evîn Gunsel diyar kir ku ew ne tenê ji bo pîrozkirina cejnekê li hev civiyane, lê belê ji bo mezinkirina agirê berxwedan, azadî û ji nû ve zayînê li hev civiyane û wiha dewam kir: “Em Newroza 2026an weke ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ pêşwazî dikin. Newroza îsal ne tenê pîrozbahî ye; bangewaziyeke ji bo mezinkirina têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviya gelan e. Ji ber ku em dizanin agirê Newrozê tenê bi têkoşîna rêxistinkirî, bi îradeya yekîtiya neteweyî û bi berxwedana hevpar zêdetir dişewite. Îro her agirekî ku li van meydanan tê pêxistin ne tenê sembolek e, lê belê ragihandina îrade, berxwedan û biryardariya gelan a ji bo avakirina pêşerojeke hevpar e. Qadên Newrozê ûqadên ku gel lê dengê xwe dibêje, îradeya xwe rêxistin dike û îdîaya avakirina pêşerojeke demokratîk mezin dike ne.

Jinên hêja, ruhê herî xurt ê Newrozê di têkoşîna azadiya jinê de jiyan digire. Mîrateya berxwedana Rahşan, Zekîye û Ronahî îro bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye şîara azadiya jinên cîhanê. Jin ne tenê parçeyekê vê têkoşînê ne, lê belê bingeha wê ya avaker in. Li hemberî sîstema mêrserwer, şer û polîtîkayên dijminatiya jinê, jin pêşengiya mezinkirina agirê Newrozê ne. Ev agirê Newrozê yê ji Manîsayê bilind dibe, wê bigihîje Amedê, Rojavayê Kurdistanê, hemû Kurdistanê û qadên berxwedanê yên li çar aliyên cîhanê.”

‘Gelê Kurd ji bo pîrozkirina Newrozê gelek caran canê xwe feda kir’

Paşê Hevserokê DEM Partiyê yê Manîsayê Kerem Taylan axivî û wiha got: “Em dizanin ku gelê Kurd gelekî mezin e. Lê belê hêzên serdest vê gelî di nav çar dewletan de parçe kirine. Lê em gelê kevnar ê Rojhilata Navîn in. Em xwedî hêza ku têkoşîna xwe bidomînin û li ser axa xwe xwedî derkevin. Em ne divê li pey hesabên biçûk bikevin. Gelê Kurd di dîrokê de ji bo pîrozkirina Newrozê gelek bedel daye, gelek ked daye. Ji bo pîrozkirina Newrozê gelê me gelek caran canê xwe feda kir. Îro li Manîsayê ez bi rêzdarî li ber hemû hevrêyên ku ji dîrokê heta îro ji bo Newrozê canê xwe feda kirine serê xwe ditewînim.”

‘Em li pişt bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in’

Di dawiyê de Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan axivî. Alî Bozan bi silavkirina malbatên girtî û malbatên qurbaniyan dest bi axaftina xwe kir. Alî Bozan da zanîn ku ew hemû şehîdên azadî û şoreşê bi minet bi bîr tîne, hemû pêşengên Kurd bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Piçek berê li vir peyama Rêber Apo hate xwendin. Di wê peyamê de Rêber Apo tiştekî wiha dibêje: Me rûpelek nû vekiriye, di vê rûpela nû de azadiya gelê Kurd û gelên Kurdistanê heye. Di vê rûpelê de azadiya Kurdistanê û Rêber Apo heye. Di vê rûpelê de azadiya hemû girtiyên siyasî heye. Ji ber vê yekê em wekî gelê Kurd li pişt bangewazî û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Hevrêyo, hûn bi bîr tînin, 3 meh berê li rojhilatê Kurdistanê ewrên reş li ser gelê me digeriyan. Lê îro gelê me bi têkoşîna xwe û bi ittîfaqa yekîtiyê ya ku ava kiriye, ew ewrên reş belav kirine.”

Piştî axaftinan bernameya Newrozê bi stranên Koma Rojhilat, Koma Agire Zerdeşt, stranbêj Cevdet Gulbau, Azad Ararat û Murat Elmastaş berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: NewrozNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne