• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Kopê pîrozbahiya Newrozê: Dema azadiya Abdullah Ocalan e

Mûş / AW

14 ADAR 2026 - 14:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di Newroza Kopê de axivî, bal kişand ser giringiya Newroza îsal û got: “Hebûna Kurdan hat naskirin, niha dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e.”

Li navçeya Kopê ya Mûşê bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Di Newrozê de ku li Qada Otogarê hat lidarxistin, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Jin û ciwanên ku bi cil û bergên herêmî û kesk, sor û zer beşdarî Newrozê bûn, tevî barîna berfê jî gel beşdarî pîrozbahiyê û li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.

‘Dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e’

Parlamenter Sumeyye Boz bibîranîna endamê Konseya Hevserokatiyê yê PYDê Salih Muslim ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû, dest bi axaftina xwe kir. Sumeyye Boz anî ziman ku ev Newroz Newroza azadiyê ye û got: “Berxwedana li Rojava nîşan da ku li dijî kesên bedena jinê dikin hedef, jinan bi yekîtiyê bersiv daye. Hebûna Kurdan hat naskirin. Niha dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e. Newroz ji bo me berxwedan e. Gelê ku qada Newrozê tije kiriye, bersivê dide kesên ku dixwazin ruhê berxwedanê yê Newrozê tune bikin. Yek ji wan kesên ku ji bo Newrozê bedena xwe da ber agir û li ber xwe da, ji vî axê bû; Evrim Demir bû. Bi vî ruhî berxwedan hîn jî berdewam dike.”

‘Divê gavên hiqûqî bên avêtin’

Sumeyye Boz axaftina wiha berdewam kir: “Têkoşîna me ya ji bo civakeke demokratîk hîn jî berdewam dike. Ev Newroz ji Newrozên din cuda ye; banga ku di 27ê Sibatê de ji Îmraliyê hat kirin, ji aliyê gelê Kurd ve hat xwedîderketin. Ev bang ji bo hemû gelan aştî û civaka demokratîk pêşniyar dike. Çar parçe bûn yek û gotin em ji bo avakirina civaka demokratîk amade ne. Civaka demokratîk wê azadiya fîzîkî ya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd jî dabîn bike. Divê di zûtirîn dem de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin. Tenê gotin têrê nake, divê gavên hiqûqî jî bên avêtin. Heya ku ev pêk neyên em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê agirê Newrozê ji bo azadî û civaka demokratîk geş bikin.”

Piştî axaftinê agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, parlamenteran û gel ve bi coşeke mezin hat vêxistin. Piştî vêxistina agir, welatiyan tevî barîna berfê jî li ber stranên Koma Rengîn govend gerandin û pîrozbahî bi dawî bû.

Etîket: NewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne