Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê, bi armanca bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiyeke bîranînê ya bi pankartan pêk anî.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li taxa Kadifekale ya Konakê ya Îzmîrê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane pankart daliqand. Di bîranînê de pankarta ku “Li ser rêya egîdan mirin dibe jiyan” hatibû nivîsandin hat vekirin. Meclisa Ciwanan, bi vê bîranîna ku pêk anî re kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anîn.













