• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê di Mijdarê de 39 jin hatin kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

27 MIJDAR 2024 - 13:44
Kategorî: JIN
A A
Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di mehekî de 25 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 11 jinan bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan û 3 jin bi darvekirinên rejîma Îranê hatin kuştin.

Tevî hewldanên bi dehan salan ji bo têkoşîna bi tundiya li dijî jinan re û hewldana zêde ya parêzavanên mafên jinan ên gerdûnî û Îranê jî; ev şêweyê tundiya li cîhanê û Îranê yek ji pirsgirêkên herî giran ên civakî û mafên mirovan e. Jin bi hinceta namûsê, nakokiyên nava malê tên qetilkirin û kiryarên di bin siya zagonên serdestiya mêr û zayendperest de bê ceza dimînin.

Ajansa JINHAyê her meh der barê xwekiştin û qetilkirina jinan de raporan diweşîne. Li gorî daneyên JINHAyê Di meha borî de 25 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 11 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane û 3 jin jî hatin darvekirin.

Li Îranê di mehekê de daneyên tundiyê:

2yê Mijdarê: Ayşe Mîrkazî ya 42 salî ji ber ku li dijî zewaca duyemîn derket ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve li Zabolê hat qetilkirin

3yê Mijdarê: Li Tehranê zarokek 4-5 mehî li kolanê bi awayekî qetilkirî hat dîtin.

*Parnian Delirî, bi dizî hat darvekirin.

*Di encama nakokiya nava malê de jineke ku nasnameya wê nayê zanîn li Amolê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.

4ê Mijdarê: Cenazeyê jineke ciwan a Afganî, li gundekî çolwar ê Tehranê di dolabek de hat dîtin.

*Li Tehranê jinek ku nasnameya wê nediyar bû, ji ber bikaranîna madeyên hişber ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.

6ê Mijdarê: Ferîde Mahakkî ya 25 salî bi hinceta namûsê ji aliyê bav, kal û apê xwe ve bi darê zorê bi dermanxwarinê hat qetilkirin.

7ê Mijdarê: Ciwanek 16 salî, li bajarê Tebrîzê li navenda bazarê ji qata heftan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

8ê Mijdarê: Hawa Perkî ya 32 salî, ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e ve hat qulebarankirin û qetilkirin.

9ê Mijdarê: Mahsa Golistanî ya 11 salî, ji aliyê malbata ku wê ji xwe re kiribû ‘ewlad’ bi îşkenceyê hat qetikirin.

11ê Mijdarê: Li Tehranê li hewza avahiyê du hevjînên temenê wan mezin ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar e ve hatin qetilkirin.

12ê Mijdarê: Li Meragê jinek ji ber pirsgirêkên malbatî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetikirin û wê xist baxaca wesayîda xwe.

13ê Mijdarê: Li Bandar Abbast jina ku nasnameya wê nayê zanîn hat qetilkirin.

14ê Mijdarê: Arzu Khavarî ya 16 salî, piştî ku ji dibistanê hat avêtin bi guman jiyana xwe ji dest da.

15ê Mijdarê: Jineke 57 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku ew mêr berê jî jinek qetil kiriye.

17ê Mijdarê: Aynaz Kerîmî ya 16 salî, ji ber gefa derxistina ji dibistanê lê hat xwarin întihar kir.

*Jineke ku nasnameya wê nayê zanîn bi sûcdariya madeya hişbir hat darvekirin.

18ê Mijdarê: Zahra Heydarî ya 35 salî, bi guman jiyana xwe ji dest da.

19ê Mijdarê: Li Tehranê keçeke 14 salî bi awayekê guman ji serbanê xaniyekî ket û jiyana xwe ji dest da.

20ê Mijdarê: Serva Ahmadiîzade, bi guman jiyana xwe ji dest da.

21ê Mijdarê: Mahreh Khanî ya 35 salî ji ber sûcên madeyên hişbir hat darvekirin.

22yê Mijdarê: Parêzerek, hevjîna xwe û kurê xwe yê 7 salî kuşt.

23yê Mijdarê: Jineke 38 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.

23yê Mijdarê: Jinek 53 salî bi derbeya mêrê ku pê re zewicî bû ya ji serê xwe xwar bi giranî birîndar bû, piştre jiyana xwe ji dest da.

25ê Mijdarê: Sara Abdar a 35 salî, ji ber pirsgirêkên malbatî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.

26ê Mijdarê: Jinek li Tehranê ji aliyê xwediyê kar ve ku dixwest zêrên wê bidize ve hat qetilkirin.

29ê Mijdarê: Li Tehranê jinek 35 salî, ji ber nîqaşên der barê mîrasê de ji aliyê birayê xwe ve hat qetikirin.

Etîket: Arzu KhawarîAynaz KerîmîBandar AbastÎranJinzarokZehra Heydarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne