• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îranê 975 kes hatin darvekirin

20 SIBAT 2025 - 14:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li gor rapora Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR), li Îranê di 2024an de 975 kes hatine darvekirin.

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) û ECPMê hat destnîşankirin ku ji sedî 90ê darvekirinan ji raya giştî re nayên ragihandin û hejmara rast dibe ku hîn zêdetir be. Hat diyarkirin ji ber ku çavkanî baş çepûrast nehatine kontrolkirin 40 bûyerên darvekirinê li raporê nehatine zêdekirin. Rêveberê IHRê Mahmood Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê rojê 5 an 6 kes tên darvekirin û got: “Ev darvekirin parçeyek ji hewlên Komara Îslamî ye ku ji bo parastina desthilata xwe dide. Cezayê darvekirinê amûrê zextê yê herî hêzdar ê rejîmê ye.”

Ji kesên hatin darvekirin 31 kes jin bûn

Li gor raporê, di sala 2024an de ji 975 kesên hatine darvekirin 31 jê jin bûn û 4 ji wan li pêşiya gel hatin darvekirin. Tê diyarkirin ku li hin kesên ku di dema sûcî de ne reşîd bûne jî cezayê darvekirinê hatiye birîn. Yek ji van Mehdî Jahanpur e ku di 16 saliya xwe de ji kuştinê hatiye girtin û piştî çend salan di girtîgehê de ma, di Îlona 2024an de di 22 saliya xwe de hatibû darvekirin.

Her çiqas piraniya cezayên darvekirinê bi sûcên wekî tiryak, kuştin û destdirêjiyê bên têkildarkirin jî, tewanbariyên ne zelal ên wekî “gendeliya zeviyan” an jî “serhildan”ê jî ji bo hedefgirtina mixalifan tên bikaranîn. Li gor raporê, rejîma Îranê girêdayî protestoyên “Jin, Jiyan, Azadî” yê ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirine, ji sala 2022yan ve 10 kes darve kirine.

Îşkenceya sîstematîk heye

Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku mehkûm rastî êşkenceyeke sîstematîk tên û mafê wan ê darizandina adilane tê binpêkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku pirî caran hevdîtina mehkûman a bi parêzeran re tê astengkirin û mikurhatinên bi darê zorê hatine girtin di dadgehan de wek delîl tên bikaranîn. Tê diyarkirin ku di dozên Mohammad Ghobadlu û Gholamreza Rasaei de ku di sala 2024’an de hatin darvekirin bêisûlî hatine kirin û darizandineke derhiqûqî hatiye kirin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku cezayên darvekirinê bi taybet li dijî kêmarên etnîk wek amûrê zextê tê bikaranîn. Di serî de Belûcî û Kurd, gelek endamên kêmarên etnîk tên darvekirin. Raporê bal kişand ser wê yekê ku hîn 13 aktîvîst hene ku bi cezayê darvekirinê tên darizandin û bi taybet parêzvanên mafên jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne