• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Hîlwanê agirê Newrozê geş bû

Riha / AW

14 ADAR 2025 - 15:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Hîlwanê agirê Newrozê gur û geş bû. Parlamenter Omer Ocalan di pîrozbahiya Newrozê de diyar kir ku Hîlwan di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û got: “Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezintir bikin.”

Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng û taybet e, bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Taxa Nû hat lidarxistin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên Hîlwanê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tev li bûn. Welatî, bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan hewl dan du jinên dixwestin bi flamaya bi rengên kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyê bibin, binçav bikin. Li ser bertekan, polîs neçar man ku girtekê binivîsin û jinan berdin.

Jinên, tev li pîrozbahiyê bûn demekî dirêj li ber stranan govend gerandin. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşmên “Şehîd namirin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevseroka DEM Partiya Rihayê Sema Aîşeoglû, Hevserokê DBPa Rihayê Mahmut Manas gel silav kirin. Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û destnîşan kir ku Hîlwan ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng û taybet e.

‘Rêber Ocalan deriyê jiyanê vekir’

Omer Ocalan bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Hîlwanê bişkiviye û wiha got: “Niha dema siyaseta demokratîk e. Em ji bo xwedîderketina li peyama birêz Ocalan dê bimeşin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê belav bû. Rêber Ocalan ji bo her kesî deriyê jiyanê vedike. Xwişk-biratiya bi hezaran salan jinûve tê pênasekirin. Em ji bo aştiyê û azadiyê têdikoşin. Divê îktîdar qedrê vê bizane. Em Kurd qedrê vê dizanin. Di pêvajoya nû de em tevek dê rola xwe bilîzin. Em ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergala demokratîk ava bikin. Kurd dikarin vê bikin. Enerjiya Kurdan dikare vê bike. Divê her kes xwedî li îrade û nasnameya xwe derkeve. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye û barê me giran e. Divê em vî barî parve bikin. Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin. Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezin bikin. Îro Newroz e, cejna gelê Kurd e. Gelê Kurd êdî xwe bi Newrozê pênase dike. Em ê Newroza xwe bi rengên xwe pîroz bikin. Newroza Xelîl Çavgûn, Salih Kandal û Cuma Tak pîroz be.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan hate pêxistin. Piştre jî hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: HîlwanNewrozNewroza 2025anOmer OcalanRêbertiya Azad Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

20 HEZÎRAN 2026
Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

28 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne