• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

Çewlig / AW

12 NÎSAN 2026 - 15:07
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Li gundê Qerxabazarê yê Kanîreşê, şêniyên gund ên ku ji bo projeya JESê ya tê plankirin û dê bandoreke neyênî li gundên herêmê bike bi MEHê re hatin cem hev, diyar kirin ku ew ê li dijî projeyê têbikoşin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya gundê Qerxabazarê yê navçeya Kanîreşê ya Çewligê, têkildarî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şirketa Anonim a IGNIS H2 ya Amerîkayê li herêmê tê plankirin, bi welatiyan re hat cem hev.

‘Ji bilî bilindkirina dengê li dijî talanê tu alternatîfek nîn e’

Hevberdevkê MEHê Erdogan Oduk bal kişand ser xetereya JESê û anî ziman ku divê projeyên hilberîna enerjiyê bêyî razîbûna gel û lêkolînkirina bandorên li ser derdor û avahiya erdê neyên kirin. Erdogan Oduk diyar kir ku li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê talanek heye û wiha got: “Ji bilî bilindkirina dengê li dijî talanê tu alternatîfek nîn e. Mîrasa herî girîng a ku hûn ê ji bo pêşerojê û zarokên xwe bihêlin ev e. Ji Gimgimê heta vê herêmê, her der wekî qada madenê hatiye ragihandin. Hîna dema îtirazê ya rapora ÇEDê heye. Divê li vir deng derkeve. Bi sondajê re metalên giran û maddeyên kanserojen dê derkevin holê. Yan em ê li vir xwedî derkevin, yan jî em ê herin. Pêwîst e li vir têkoşîn û dengê me derkeve holê.”

Li dijî talankirina xwezayê banga têkoşînê

Piştre endamê MEHê Parêzer Rojhat Ozgokçe behsa aliyê hiqûqî yê pêvajoya ÇEDê kir û wiha axivî: “Em hatine ku em mil bi mil têbikoşin. Em ê ji aliyekî ve têkoşîna xwe ya hiqûqî bimeşînin û ji aliyê din ve jî raya giştî ava bikin. Li tevahiya herêmê hewildaneke talanê heye. Li Agirî, Colemêrg, Gimgim û Wanê, li her derê talan heye. JESên ku dixwazin li vir çêbikin dê jiyana we qirêj bikin. Dê bi awayekî cidî erdhejê tetik bike. Gelo mirovên li vir dê çawa bijîn? Ne xema wan e. Tenê qezenca şîrketan di xema wan de ye. Ew ê xwezaya herêma ku di bin kontrola wan de ye jî talan bikin.”

Welatiyê bi navê Vedat Surmelî jî anî ziman ku herêm bi temamî hatiye firotin û wekî xelkê Qerxabazarê ew li dijî projeyan têdikoşin. Welatiyê bi navê Mehmet Harmanci yê ku berê di santrala enerjiya jeotermal de xebitiye jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Etîket: Çewlîgjestalana xwezayêTevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

21 ÎLON 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

31 TÎRMEH 2026
‘Em ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe kêfxweş in’

‘Em ji ber vejîna çand û kevneşopiya xwe kêfxweş in’

26 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne