• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gundê ku Abdullah Ocalan lê mabû 4ê Nîsanê hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

4 NÎSAN 2026 - 17:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gundê Elpelûrê yê Kobanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû, 4ê Nîsanê hat pîrozkirin.

Xelkê bajarê Kobanê û gundewarên wê bi hejmareke mezin herikîn gundê Elpelûrê yê Kobanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979an li gundê Elpelûrê mabû. Pîrozbahî bi dirûşmeya “4ê Nîsanê roja jidayikbûna azadiya jinan û civaka demokratîk e” û bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî wê endama Kordînasyona Kongreya Star a bajarê Kobanê Peyman Elûş axivî û got: “Em rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan û cîhanê pîroz dikin. Têkoşîna ku ji gundê Amara destpêkirî heyanî roja îro li Îmralî, didomê. Fikir û ramanên Rêber Apo bû hêza hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn. Felsefeya neteweya demokratîk bû modêleke cîhanî. Bi taybet di mijara azadiya jin de. Rêbertî di têkoşîna xwe girîngiyeke mezin da pirsgirêka jin û azadiya jinê bi azadiya civakê ve girê da.”

Peyman Elûş di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi saya felsefeya Rêber Apo îro dirûşma jinan bûye jiyan û azadî. Mîna agirekî ku venamirê û ronahiya ku riya hemû jinan ronî bike. Hebûna me bi hebûna Rêbertî ve girêdayî ye, rojbûna wî rojbûna tevahî jin û gelên bindest e. Îro jin bûye xwediyê îradeyeke xurt. Jin di nava civakê de li ber xwe dide û mafên xwe yên ji destê wan birine, dixwazin.”

Peyman Elûş salvegera damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir û wiha got: “Em salvegera YPJê li hemû jinan pîroz dikin. Şervanên YPJ`ê li hemberî hêza terorê ya herî mezin li cîhanê şer kir û DAIŞ têk bir. Her wiha li hemberî hemû dijminên jin û gelan têkoşîn kirin. YPJê di hemû şert û mercan de li ber xwe dan û xwe nedan paş. Bi navê hemû jinan em soz didin ku heyanî Rêber Apo fîzîkî azad bibe, têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Di berdewama pîrozbahiyê de nameya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji aliyê endama Kongreya Star Cûdî Temê ve hat xwendin. Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: “Bi boneya rojbûna Rêber Apo, têkoşerê azadî, demokrasî û azadiya jinê pîroz dikin. Rêbertî li Îmralî di şert û mercên herî zehmet de ji bo hedefa gelan a azadiyê, têdikoşe. Rêbertî ji zaroktî ve lêgerê jiyana azad bû. YPJ`ê îro roja 4`ê Nîsanê avakirina xwe raghand. Di şerê xwe yê li hemberî çeteyên DAIŞê ji tevahiya cîhanê re got azadî bê jinan ne pêkan e. Heyanî Rêber Apo fîzîkî azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn û nameya YPJê hat xwendin, komên Hîlala Zêrîn û Koma Hevrîn, Koma Gîvara, Koma Sînan û Koma Esmer awaz gotin û govend pêşkêş kirin. Gel jî govend gerand.

Etîket: 4ê Nîsanê.Abdullah Ocalangünde ElpelûrêKobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne