• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Girtîgeha Amedê rêbazên şerê taybet

Onder Akbulut / AW

28 NÎSAN 2025 - 09:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Li Girtîgeha Bi Ewleya Bilind a Tîpa 2emîn a Amedê ji ber rebazên dijmirovî girtiyê ku nexweşiya wî ya epîlepsiyê heye ev 2 meh in nayê tedawîkirin.

Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiyêyê bi rêya diyalog û muzakerêyê bên çareserkirin, çanda demokrasiyê, civaka exlaqî û polîtîtîk xurt bibe, normên hiqûqa gerdûnî pêş bikevin banga ‘Aşttî û Civaka Demokratîk’ kiribû. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk şûna ku gavên demokratîkbûnê bavêje, qanûnên nedemokratîk biguhere di polîtîkayên otorîter û antî demokratîk de israr dike. Qadeke ku herî zêde ev polîtîka lê tên meşandin yek jî girtîgeh in. Yek girtiyê ku rastî van polîtîkayên dij mirovî tê jî Arjen Karatayê ku li Girtîgeha Bi Ewleya Bilind Tîpa 2emîn a Amedê ye. Birayê Arjen Karatay Mehmet Karatay li ser zext û zordariya li ser birayê wî tê meşandin ji Ajansa Welat re axivî.

‘Dadgehê bêyî lêkolînê 15 sal ceza da’

Birayê Arjen Mehmet Karatay diyar kir ku Arjen di sala 2016an de li Sûrê hatiye girtin, neh salên xwe qedandiye û got: “Arjen ji zaroktiya xwe de nexweşê epîlepsiyê ye. Xebatkarê Şaredariya Sûrê bû. Dema hê nû lî Surê şer destpêkiribû jî hê dixebitî. Arjen li malê ji ber nexweşiyê li ser hişê xwe diçû. Wê rojê rê têne girtin, nahêlin kes bikeve Sûrê û derkeve. Piştre ji aliyê polêsan ve tê girtin. Piştre doz hat vekirin lê dadgehê tu lêkolîn nekir û 15 sal ceza da Arjen. Heke lêkolîn bihata kirin dê diyar bibûya ku Arjen bêsûc e, Arjen mirovekî nexweş e, ne dikare çek bikar bîne, ne dikare karê rêxistinî bike. Tu eleqa wî pê tune, ji ber di zaroktiya xwe de nexweşiya epîlepsî pê re hebû.”

Ruxmê raporê jî cezayê hucreyê

Mehmet Karatay bilêv kir ku îdareya girtîgehê her roj zextên li ser girtiyan zêde dike û wiha axaftina xwe doman: “Saziya Tibê ya Edlî ji bo Arjen rapora ku bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne daye. Lê ruxmê vê jî girtîgehê 10 rojan cezayê hucrê dabû Arjen. Arjen îtirazî vê biryarê dike lê ceza betal nakin, werdigerînin cezayê hevdîtinê. 2 mehan derketina hevdîtinê ji Arjen re qedexe dikin.”

Yargitay 15 sal kêm dît

Mehmet Karatay da zanîn ku hefteyek berê jî Yargitay di derheq dosyaya Arjen de biryar daye û 15 sal ceza qebûl nekiriye, cezayê giran jê re dixwaze û got: “Arjen mirovekî nexweş e, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidimîne, 9 sal in di girtîgehê de ye, lê hê jî radibin cezayekî girantir jê re dixwazin. Bi rastî jî li welat edalet nemaye. Ji xwe gel jî her roj diqîre dibêje heq hiqûq edalet.”

Polîtîkayên şerê taybet

Mehmet Karatay anî ziman ku berê dermanên Arjen li gel arjen bûn li gor pêşniyara bijîşk dermanên xwe bikar dîanî û wiha pêde çû: “Lê niha ev nêzî 2-3 mahan e dermanên Arjen ji Arjen girtinê, nahêlin li gel wî bimînin. Her serê sibê û êvarê dermanan tînên ber derî, dixwazin di mazgalê de bidin Arjen. Lê derman nadin Arjen bi xwe, dibêjin devê xwe veke em ê derman bavêjin devê te. Arjen jî vê nêzikatiyê wek heqaret, binpêkirina rûmeta mirov, piçûkxistina kesayeta xwe dibîne û ji ber wê bi wî awayî girtina dermanan qebûl nake.”

‘Gere gel û sazî bibin dengê girtiyên nexweş’

Mehmet Karatay diyar kir ku dewlet ferq û cudatiyê nexe nav mirovan û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Fikir û ramanên wan çi dibe bila bibe, ev mirovan emanetî dewletê ne. Dewlet mecbûr li ewlehiya wan, tenduristiya wan xwedî derkeve. Lê mixabin dema mesele dibe Kurd dewlet wiha nêz nabe. Lê ez hêvîdar im di vê pêvajoyê de hemû girtiyên nexweş werin berdan. Gere gel û saziyên civakî jî bibin dengê van nexweşan, her tim rewşa wan bixin rojevê. Ji ber ku ev nexweş her roj dihelin, ne tenê birê min hemû nexweş wisanin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne