Meclisa Jinan a Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan i Navneteweyî ji bo jinên girtî qert û dowîz nivîsand û dê qertan ji jinên girtî re bişînin.
Meclisa Jinan a Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmeta Karên Civakî (SES) ya Êlihê ji bo jinên girtî qert û dowîz nivîsand. Dema qert û dowîz hatin nivîsandin gelek jin li saziyê amade bûn. Eywana ku jinan lê qert û dowîz dinivîsand nivîsa “Jin Jiyan Azadî” bi keziyan hatibû çêkirin. Her wiha jinan li ser dowîzan “Bijî yekîtî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Gulistan Dokû li ku derê ye?” û “Kuştinan jinan polîtîk e” nivîsandin.
Dê bernameya jinan sibê jî li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê bi beşdarbûna Koordînatora SAMERê Yuksel Genç û siyasetmedara Kurd Sabahat Tûncel bi panelekê berdewam bike.



















