Cenazeyê Celal Gok (Rustem Serhed) ku di sala 2017an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 9 salan ji aliyê MEBYA-DERa Wanê û malbata wî ve ji Goristana Bêkesan a li Seyrantepeyê bi girseyî hat wergirtin û oxir kirin gundê Rustem Gedîk a Kopa Mûşê.
Celal Gok (Rustem Serhed) 2017an li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bû û cenazeyê wî 9 sal in goristana bêkesan a li Seyrantepeya Wanê bû. Malbata Gok 2018an ji bo cenaze testa DNAyê dabû. Piştî 8 salan dozgeriya Wanê encama testa DNAyê eşkere kir. Malbata Gok ji Stenbolê hat û li gel Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û gelek welatiyan bi girseyî cenazeyê xwe hilda û ji bo veşartinê bi gundê Rustem Gedik a girêdayî navçeya Kopa Mûşê.














