Dayikên Aştiyê û TUHAY-DERê li Colemêrg, Wan û Mûşê li ber avahiyên AKPê çalakiyek li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Bi pêşengiya Dayîkên Aştiyê û TUHAY-DERê li Colemêrg, Wan û Mûşê ji bo girtiyên siyasî û girtiyên nexweş daxuyanî dan. Dayikan di çalakiya xwe de bang li wezaret, peywirdar û partiyên siyasî kirin ku pirsgirêka girtîgehan çareser bikin û demildest girtiyên siyasî berdin.
Colemêrg
Dayikên Aştiyê û TUHAY-DERê li ber avahiya ZIMAN-DER a Colemêrgê daxuyanî da. Platforma Saziyên Demokratîk û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Dayikan dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
‘Heta hemû girtî tên berdan çalakiyên me vê bidomin’
Hevserokê TUHAY-DERa Colemêrgê Pinar Yilmaz di daxuyaniyê de bertek da hikûmetê ku polîsan destûr neda dayîk li ber avahiya AKPê daxuyaniyê bidin û got: “Malbatên girtiyan heft roj in li Enqere li ber derê Wezaretê bangawaziya edaletê dikin. Dayîkên Aştiyê li hemû qadan li gel her kesî hevdîtina pêktîne, lê mixabin li Colemêrgê nehiştin em biçin ber deriyê AKPê daxuyaniyê bidin. Ev tê çi wateyê? Malbatên girtiya benda zarokên xwe ne. Pêvajoya ku hatiye destpê kirin kêfxweşiyek da me hemûyan, lê mixabin du sal e bi van tevgeran hêviyên Kurdan û dayîkan tê şikandin. Bangawaziya me ji AKPê re; îro te ne hişt em bên ber deriyê te, lê dengê me tê te. Divê tu bihata te bigota ‘Ez jî Kurd im, li ba xwestekên dayîkan im’ Heta ku hemû girtiyên siyasî bên berdan em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
‘Kêr gihaye hestî’
Dayika Aştiyê Mehsîma Yaşar anî ziman ku ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê girtî bên berdan û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Vê pêvajoyê hêviyek da me, bi hêviyên me ne leyîzin. Bila hemû siyasî kom bibin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila çi kes ji aştiyê netirse. Dema şer dest pê dike herkes zîrek e, lê ji bo aştiyê xwe vedişêrin. Divê ewilî Serokê me azad bibe û piştre hemû girtiyên me bên berdan. Em azadiya wan dixwazin. Heta ku daxwaziyên me pêk tên em ê çalakiyên xwe bidomînin. 40 sal e em wekî Dayikên Aştiyê li ser rêyan in, tenê ji bo aştiyê. Di destê me de çek tune, daxwaziya me tenê aştî ye. Êdî ji şer re bes! Êdî ji dijminatiyê re bes! Em girtin, kuştin, gundên me talan bûn, lê em dîsa aştiyê dixwazin. Berpisyar bila dengê me bibihîzin. Kêr gihiştiye hestî, hestiyên me jî diêşin. Dibêjin em birayê hev in, lê heke em bira bin ev çi rewş e we hemû hêzên dewletê anîne li vir ber singê dayikan?”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê qediya.
Wan
Dayikên girtiyan li Wanê çûn serdana Rêxistina AKPê ya Wanê û bi serokê bajêr re hevdîtinek pêk anîn. Hevdîtin bi qasî saetekê dom kir û piştî hevdîtinê Dayîkên Aştiyê daxuyaniyek dan.
Li ser navê dayikan Mûzeyyen Butun di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku rayedarên partiyê deriyê xwe li wan vekirine, ew guhdar kirine û ji ber vê yekê spasiya wan kir. Mûzeyyen Butun da zanîn ku mijara sereke ya hevdîtinê rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku tevî cezayê wan qediyaye û înfazên wan hatine şewitandin jî nayên berdan bû û got: “Wan berê jî li Enqereyê bi hemû partiyên siyasî û bi taybetî bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kirine. Daxwaza me ji bo berdana girtiyan û bi taybetî girtiyên nexweş ên ku nayên dermankirin û li ber mirinê ne bûn. Wan jî soz dabû ku vê pirsgirêkê çareser bikin û deriyê zindanan vebikin.”
‘Li berpirsiyariya xwe xwedî derkevin’
Mûzeyyen Butun bal kişand ser nîqaşên pêvajoya aştiyê û diyar kir ku berpirsiyarê zindanan Wezîrê Dadê ye. Mûzeyyen Butun bang li Wezîrê Dadê kir ku li berpirsiyariya xwe xwedî derkeve û wiha got: “Bila deriyê zindanan vebikin, girtiyên nexweş werin berdan û dermankirin. Dayîk dibêjin em tu carî qebûl nakin ku zarokên me mirî ji zindanan derên. Bila hemû çapemenî, siyasetmedar û herkes vê yekê bibihîse. Em dixwazin zarokên me bi zindî derkevin da ku em wan bibin nexweşxaneyan û derman bikin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Mûş
Li Mûşê jî dayikan xwestin bi rêxistina AKPê re hevdîtinê bikin, lê ev xwesteka dayikan hat retkirin. Piştre dayikan li ser avahiya AKPê ya Mûşê daxuyaniyek da û da zanîn ku ew dê heta girtî tên berdan çalakiyên xwe bidomînin.
Piştî daxuyaniyê çalakiyan dayikan bi dawî bû.

















