• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Êlih, Cizîr û Geverê coşa Newrozê

Navenda Nûçeyan /AW

20 ADAR 2025 - 12:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Êlih, Cizîr û Geverê bi sed hezaran welatî li qadên Newrozê kom bûn û bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin. 

Cejna Newrozê li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Bi sed hezaran welatî li taxan kom bûn û kom bi kom bi dirûşme û govendê berê xwe dan qadên Newrozê. Li Êlih, Cizîr û Geverê jî di saetên serê sibehê de gel berê xwe dan qadan. Bi sed hezaran welatî li Êlih, Cizîr û Geverê bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin.

Êlih

Li Êlihê bi hezaran kes tevî hewayê sar jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” beri bi qada Newrozê ve diherikin. Li Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin. Bi hezaran kes, ber bi Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê ve diherikin. Li gel barîn û hewayê sar jî welatiya li ber stranên Kurdî demeke dirêj govenda Newrozê gerandin. Herikîna gel a ji taxên Korik, Pazaryerî, Petrolkent, Îpragaz û Cûdî ya ber bi qada Newrozê ve didome. Piraniya welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Welatî, ji sê noqteyên lêgerînê derbasî qadê dibin. Li qadê flamayên kesk, sor û zer hatine hilgirtin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci dê di pîrozbahiyê de biaxivin.

Gever

Ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeya Geverê bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiyê. Yek ji navendên ku dê pîrozbahiya Cejna Newrozê lê wer lidarxistin jî navçeya Geverê ya Colemêrgê ye. Welatiyên navçeyê hêdî hêdî qada pîrozbahiyê tije dikin. Ji gelek deverên bajar welatî berê xwe didin Stadyuma Cîloyê ku dê Newroz lê were pîrozkirin. Ji navçe û gundên derdorê jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê dibin. Piraniya beşdaran jin û ciwan in. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, govendê digerînin û li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.

Cizîr

Li navçeya Cizîrê bi hezaran kes ji bo hilkirina agirê Newrozê diherike qada pîrozbahiyê. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Cejna Newrozê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Bajar a li Taxa Konakê tê lidarxistin. Bi hezaran kes di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dikin. Hatina gel a qada pîrozbahiyê didome û coşa li qadê her ku diçe zêdetir dibe. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştre jî hunermend Rojda, Kasim Taşdogan û Hozan Şervan derkevin ser dikê.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne