• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li cîhanê xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan /AW

5 NÎSAN 2025 - 12:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 4-10ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî û koman li pênc parzemînan û li dehan bajaran çalakiya 3yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Cîhanî hate lidarxistin.

Îsal bi awayekî kolektif pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne xwendin. Bi nîqaşên kollektîf, hevdîtinên felsefîk, lidarxistina çalakiyan û bangên hunerî çalakiyên xwendinê hatin lidarxistin. Beşdarvan ne bi tenê weke çavkaniyeke teorîk di heman demê de weke alternatîfeke gengaz xwedî li fikrên Rêber Abdullah Ocalan derketin.

Marsîlya – Fransa

Di çalakiya ku bi pêeşngtiya Collectif Internationaliste Marseille-Kurdistanê (CIMK) li Fraternité de la Belle de Maiyê hatî lidarxistin de li ser fikrên Rêber Apo nîqaşên berfireh ên siyasî û felsefîk hatin kirin. Di çalakiyê de dareke zeytûnê ya ku li ser nivîsa ‘’Aşitî ji şer dijwartir e. Dema em li ber xwe didin em natirsin, em ê di dema aşitiyê de jî netirsin’’ heyî, hate çandin.

Selanîk – Yewnanistan

Li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê jî danasîna pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya çapa bi Yewnanî hate kirin. Nûnerên înîsiyatîfa navneteweyî û çapxaneyê li ser mijarên pirtûkê yên weke rexneya zanistên civakî, paradîgmaya civaka demokratîk û nivîsên girtîgehê gotûbêj kirin. Nivîskarê navdar John Holloway jî bi awayekîonline beşdarî çalakiyê bû û têkildarî têkariyên Rêber Apo yên ji bo enternasyonalîzma nû û tecrûbeya wî ya li ser Platforma Gelên Ewropayê axivî.

Val Pellice – Îtalya

Tevgerên şoreşger ên li bajarê Val Pelliceyê jî di çarçoveya pêwistiya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de li ser paradîgmaya Rêber Apo axivîn. Çalakî girêdayî mijarên weke mîrateya sosyalîzma reel, sedemên derketina Şerê Cîhanî yê 3’yemîn û banga Rêber Apo ya dawîn hate lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku fikrên rêberekîdi bin tecrîda fîzîkî de ji bo çareseriyên gerdûnî rênîşander in.

Genova Righi – Îtalya

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Enternasyonalist li xwezayê meşeke li xwezayê hate lidarxistin. Di kêliyên meşê de beşên ji pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û têkildarî azadiya jinan nîqaş hatin kirin.

Chieri – Îtalya

Li bajarê Chieriyê komeke ciwanan çalakiya xwendina bi komî li dar xist. Hin beşên pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û têkildarî jiyan û têkoşîna Rêber Apo nîqaş hatin kirin. Ciwanan ev çalakiya xwe weke pêngaveke fikrî ya têkildarî pirsgirêkên civakî pênase kirin

Torino – Îtalya

Li bajarê Torînoyê ji aliyê Înîsîyatîfa Komuna Ciwanan a Torînoyê û Alba Rossa ve Orso Tekoşer ve çalakiyek hate lidarxistin û girêdayî Rêber Apo ya ‘’Aşitîû Civaka Demokratîk’’ li ser pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst û alternatîfên ku modernîteya demokratîk pêşkêş dike, gotûbêj hatin kirin.

Salerno – Îtalya

Li bajarê Salernoyê jî ciwan û jin li hev kom bûn û li ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinan suhbet kirin. Di nîqaşan de li ser wateya gerdûnî ya şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn jî nîqaş hatin kirin.

Barcelona – Katalonya

Li bajarê Barcelonayê jî ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve çalakiyek hate lidarxistin û gotinên Rêber Apo li gel zarokan hatin parvekirin. Çalakî weke destpêka ragihandina fikrên Rêber Apo ji bo nifşên nû hate pênasekirin.

Bamako – Malî

Di 4’ê Nîsanê de li bajarê Bamako yê Maliyê bi pêşengtiya komîteya ciwanên UACDDDD’ê gelek jin û ciwan li hev kom bûn. Çalakî di çarçoveya tora ‘’Ciwan Dîrokê Dinivîsin’’ de hate lidarxistin û li ser têkoşîna Rêber Apo ya li Kurdistanê ji bo azadiya jinan, Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê gotûbêj hatin kirin. Danezan hatin belavkirin û beşên ji pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin û çalakvanan soza têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.

Jakarta – Endonezya

Li herêma Jakarta ya Endonezyayê ji aliyê Tora ABC+ karkeran ve li mekanekî polîtîk çalakiya xwendinê hate lidarxistin û di çalakiyê de pirtûkên Sosyolojiya Azadiyê û Nivîsên Girtîgehê yn Rêber Apo hatin xwendin. Çalakî di çarçoveya vegotin û xwerexnekirinê de hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de banga ‘’Hûn Nikarin Fikran Asteng Bikin’’ derket pêş û hate diyarkirin tevî tecrîda giran jî fikrên Rêber Apo belav dibin seranserê cîhanê. Beşdarvanan diyar kirin ku ew bi biryar in ku heya dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê torên xwe yên piştevaniyê mezintir bikin.

Krîza ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê afirandin bi qirkirina jin, xweza û civakê re kûrtir dibe û lêgerînên çareseriyên ji bo van krîzan zêdetir dibin. Tişta ku berê mirovan dide nivîsên Rêber Apo jî hêza wî çareseriyê ya li hemberî van krîzan e. Paradîgmaya modernîteya demokratîk, mafê gelan ê diyarkirina çarenûsa xwe, azadiya jinan, jiyana ekolojîk û pêşeroja xwe dispêre demokrasiyê rê li ber çareseriyê vedikin.

Analîzên Rêber Apo yên ku ji jinan re pêşkêş kirine û perspektîfa têkildarî azadiya ciwanan ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên cîhanê jî weke alternatîfeke gerdûnî ne. Girêdayî van yekan rojên xwendinê ji bo avakirina hişmendiya hevpar a têkoşînên enternasyonal weke pêngaveke gelekî girîn mohra xwe li dîrokê da.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne