Li navçeya Hewagê ya Rihayê, xebata “Bostanê Jinan” ku meha Nîsanê ji aliyê Şaredariya Hewagê ve bi amadekirina axê dest pê kiribû, bi feraseta keda komunal û rêxistina civakî berfirehtir dibe. Ev qad tenê weke zeviyeke çandiniyê nîn e, bûye navenda rêxistinkirina aboriyê û jiyana hevpar.
Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bax û bostanên jinan berbelav dibin. Yek ji van navendan jî navçeya Hewagê ya Rihayê ye. Şaredariya Hewagê di meha Nîsanê de zeviyek ji bo bostan avakiribû. Ev bostan bi feraseta keda komunal û rêxistinkirina civakî berfirehtir dibe. Di qonaxa yekem de berhemên weke; firingî, îsot, bamye, acûr û kundir hatibûn çandin. Jinên ku ji destpêka demsalê ve bi destên xwe axê amade dikin, avdanî û lênêrîna bostan bi rêbazên ekolojîk bi rê ve dibin, niha jî xebateke piralî dikin. Jin ji aliyekî ve berhemên ku gihîştine berhev dikin, ji aliyê din ve jî ji bo werza nû berê xwe didin axê û çandina berhemên mîna îsot, kundir, bejik û fasulyeyan pêk tînin.
Bi 10 jinan dest pê kir
Rêxistinbûna li bostanê yekser ji aliyê 10 jinên navçeyê ve dest pê kir û ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Jinên ku li vir dixebitin diyar dikin ku ev bostan ne tenê cihê çandiniyê ye; di heman demê de mecaleke girîng e ku jin keda xwe bi dest bixin, di aliyê aborî de li ser lingên xwe bisekinin û piştevaniya jinan xurt bikin. Bi vê modelê re, hem li dijî krîza aborî parastineke komunal tê kirin, hem jî nirxa keda nepêşbînîkirî ya jinan di civakê de dertê holê.
Jinan berhem berhev kirin
Bi vê projeyê re tê armanckirin ku çanda hilberîna kolektîf di nav jinan de belav bibe, piştevaniya komunal bibe bingeha jiyanê û tora aboriya civakî li seranserî Hewagê xurt bibe. Jinên ku bi kêfxweşiyek zêde li bostanê hatin cem hev, berhevkirina îsot, bejik, fasulye û kundiran kirin û diyar kirin ku ew ê bi keda xwe parastina axê û berhemên xwe bidomînin.















