• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber peravên Behra Wanê agirê Newrozê bilind bû

Wan/ AW

17 ADAR 2026 - 14:21
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Erdîşê ya Wanê Newroza 2026an bi tevlîbûna 10 hezaran hat pîrozkirin. Di Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û peyamên bilindkirina têkoşînê hatin dayîn.

 

Newroza 2026an a bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li navçeya Erdîşê ya Wanê li ber peravên Behra Wanê bi tevlêbûna 10 hezaran hat pîrozkirin. Di bernameya pîrozbahiya Newrozê de Parlementerê DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Mahmûd Dîndar wek axêver cîh girtin. Wek hunermend jî Kasim Taşdogan tevî bernameyê bû. Di Newrozê de pankarta “Jiyana Azad dê bi Serokatiya Azad re Were” hat vekirin. Gelê Erdîşê bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikî qada Newrozê. Bername bi deqeyekî rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de gelê Erdîşê bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Li qada Newrozê dirûşm “Bişî serok Apo” olan dan.

Li ser navê komîteya Amadekar a Newrozê Rozerîn Canpolatê xêrhatina gel xwest, Salih Muslîm bibîranî û got: “Ji bo em biserkevin yekane rê xebat û xwe rêxistinkirin e. Em Newroza 2026an diyarî Serok Ocalan dikin û em hêvîdar in demildest birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî.” Piştre Hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê Yasemîn Agaoglû û Mahmût Pala gel silav kirin û Neroza gel pîroz kir.

‘Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê’

Hevserokê DBPê Veysî Dîlekçî jî xêrhatina gel kir, Salih Muslîm bibîranî. Dîlekçî li ser girîngiya yekîtiya neteweyî sekinî û got: “Di 27ê Sibata 2025an de Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyek da û ev 2 sal in em Newrozên xwe di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pîroz dikin. Gelê Kurd ev 2 sal in li banga Bîrêz Ocalan xwedî derdikeve. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gelek gav avêtin. Divê Dewlet jî demildest gavên pêwîst bavêje û bi lez û bez şart û mercên ku Birêz Ocalan baş bike ku karibe wek azad bixebite. Divê girtiyên siyasî bên berdan, zextên li ser çand, ziman û nasnameya gelê Kurd bi dawî bibin. Divê dewlet qanûn înkarê biguherîne.”

Veysî Dîlekçî herî dawî bal kişand ser şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê û got: “ Tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

‘Ji bo jiyaneke azad û birûmet em ê têbikoşin’

Parlementer DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Em ê yekitiya neteweyî û aştiyê ku birêz Ocalan mîmarê wê ye, gund bi gund, tax bi tax, bajar bi bajar rêxistin bikin. Ji bo ku aşitî bê van axan, jiyaneke azad, wekhev û birûmet bê avakirin em ê bi hemû hêza xwe ve, bi şev û roj bixebitin.”

‘Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e’

Herî dawî Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar axivî. Dîndar Salih Muslim, Helbestvan Ahmed Huseynî û Kedkarê Çapemeniya Azad Osman Kiliç bibîranî. Mahmût Dîndar bal kişand ser komplogeriya hêzên hegemonîk û wiha derbirî: “Hêzên hegomonîk dixwazin wek Dersimê, Geliyê Zîlanê li ser gelê Kurd komkujiyan pêk bînin. Lê me dît, di êrişên li ser Rojava de gelê Kurd bi dirûşma ‘Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’ bersiv da wan û komkujî asreng kir. Îro roj roja xurtkirina yekitiya neteweyî ya demokratîk e. Ji bo vê jî divê em zêdetir xwe birêxistin bikin, bixebitin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk bînin.”

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û gel li dor agir bi stranên Hunermend Kasim Taşdogan re govend gerand.

Etîket: Azadî û Yektiya DemokratîkGulderen VarliMehmûd DîndarNewroza ErdîşêRozerîn CanpolatVeysi DilekçîYasemîn Agaoglû
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

14 GULAN 2026
Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

11 ADAR 2026
Gulderen Varli banga şopandina Çapemeniya Azad kir

Gulderen Varli banga şopandina Çapemeniya Azad kir

4 SIBAT 2026
Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne