• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber girtîgehê bang kirin: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

Amed / AW

7 ADAR 2025 - 16:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinan li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî dan û diyar kirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan bûye hêvî û gotin: “Divê demildest mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan bê qebûlkirin û şert û mercên azadiya fîzîkî pêk were.”

MED-TUHAD-FED, TJA, TUHAY-DER û DBPê bi dirûşma “Bi azadbûyina jinan ve ber bi civaka azad ve” li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyanî dan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Dayikên Nobeta Edaletê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sîvîl û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Banga Rêberê Gelê Kurd ji bo jinan bûye hêvî’

Hevseroka TUAY-DERê Yeter Erel Tuma diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan û bi taybet jinan re bûye hêvî û got: “Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan û jinan xwedî wateyeke mezin e. Avakirina civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinan pêwîstiya vê bangê ye. Ji bo ku astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê bên rakirin, divê demildest mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan bê qebûlkirin û şert û mercên azadiya fîzîkî xebat bên destpêkirin. Avakirina civakeke ku jin û gel bi hemû nasnameyên xwe azad bijîn û mafên xwe biparêzin, bi rakirina tecrîdê pêkan e.”

‘Em ê bibin dengê jinên girtî’

Yeter Erel Tuma da zanîn ku ji bo bibin dengê hevrêyên xwe yên jin ên di girtîgehan de dîl girtî û got: “Zextên sîstematîk, îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û bi taybetî girtiyên jin dibin hedef. Jin rastî lêgerînên tazî tên, mafên wan ên tenduristiyê tên desteserkirin, mafên wan ên ragihandinê tên astengkirin û polîtîkayên tecrîdê tên kûrkirin. Zêdebûna mişextiyê, cezayên dîsîplînê, darvekirin û şewitandina di demên dawî de, nîşaneya zelal a hewldanên tinekirina têkoşîna azadiya jinan e. Lê em dizanin ku jin li ku bin li ber xwe didin û tu carî paşve gav navêjin.”

‘Em ê tekoşîna xwe bilind bikin’

Yeter Erel Tuma diyar kir ku ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk, jinan dengê xwe bilind kiriye û wiha got: “Pêkanîna edaleta civakî û avakirina jiyaneke wekhev û azad tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan pêkan e. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya xwe, ji bo jiyanek wekhev û adil, li dijî zilm û mêtingeriyê bilind bikin.”

‘Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan rabe’

Adalet Kaya jî da zanîn ku li girtîgehan polîtîkayên cezakirinê, îşkence û çewisandinê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û got: “Em li vir bangî Wezareta Dadê dikin, divê dawî li van polîtîkayan bê anîn. Di girtîgehan de jin rastî lêgerîna tazî tên, ev îşkence, binpêkrina mafê mirovan e. Em van polîtîkayan bi tu awayî qebûl nakin, red dikin. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikir û nêrînên xwe ji hemû mirovahiyê re ragihand, banga aştî û civaka demokratîk kir, rê û rêbaza vê nîşan da. Divê ev pergala tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê rakirin, di serî de ji bo birêz Ocalan û ji bo hemû girtiyan mafê hêviyê bê pêkanîn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêAbdullah Ocalangirtîgeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne