• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

Bazîd Evren / AW

3 HEZÎRAN 2025 - 16:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sazî û dezgehên zimanê Kurdî û demokartîk, tevî partiyên siyasî ber bi Tirba Ehmedê Xanî ve meşek li dar xistin û daxwaza “statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” kirin. Di meşê de xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo  Kurdî soz dan Mem û Zînê 

Saziyên zimanê Kurdî û saziyên demokratîk, tevî Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi daxwaza ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” heta Tirba Ehmedê Xanî meşiyan. Bi sedan kesên ku li navenda navçeyê kom bûn, ewilî di nava bajêr de meşek li dar xist û dû re ber bi Tirba Ehmedê Xanî ve meşiyan. Ji bajarên Wan, Agirî, Qers, Mûş, Erzîrom, Bedlîs, Îdir û Erdexan gelek kes tevlî meşê bûn.

‘Tecrîda li ser Birêz Ocalan û zimanê Kurdî bi dawî bikin’

Girseyê li ber Tirba Ehmedê Xanî daxuyanî da û ji bo Kurdî statu xwest. Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman ya DEM Partiyê Heval Dilbahar li vir axivî û da zanîn ku bi salan e ku hewlên mezin ji bo jiholêrakirina zimanê Kurdî têne dayîn, lê zimanê Kurdî xwedî dîrokeke kûr e. Heval Dilbihar, destnîşan kir ku zimanê Kurdî li hember van dagirkeran û qirkirinan li ber xwe da û got: “Ne zimanê Kurdî, lê ew têk çûn. Em îro radigihînin ku siyaseta tunekirina zimanê Kurdî têk çûye û zimanê Kurdî li ber xwe dide. Birêz Ocalan bangek ji bo aştî û civakeke demokratîk kir. Birêz Ocalan ji bo aştiya hemû mafan û Kurdan hewldaneke mezin dike. Em heta dawiyê li pişt vê banga wî ne. Birêz Ocalan li ser ziman dibêje, ‘Zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e’. Parastina ziman tê wateya parastina hemû mirovahiyê. Ger aştî hebe, divê hemû polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan û zimanê Kurdî bi dawî bibin.”

Soz dan Mem û Zîn

Heval Dilbahar ku daxwazên gelê Kurd rêz kir, ev tişt anî ziman: “Kurd ji bo zimanê Kurdî statuyê dixwazin û divê Kurdî bibe zimanê fermî. Divê ji pêşdibistanên zarokan bigire heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Divê hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Divê navên wargehên Kurdî ku hatine guhertin, careke din bi Kurdî bên nivîsandin. Divê Kurd, ziman, erdnîgarî û çanda wan di destûrê de werin naskirin. Banga me ji bo hemû gel û saziyên Kurd ew e ku xebata têkildarî ziman zêde bikin. Divê gelê Kurd li dora zimanê xwe bibin yek. Ger Kurdî winda bibe, gelê Kurd jî dê winda bibe. Divê hemû mal bibin dibistan. Kurdî ne tenê nirxa gelê Kurd e, lê di heman demê de nirxa hemû mirovahiyê ye. Careke din, em li vir soz didin Mem û Zîn, Siyabend û Xecê; em ê her dem û li her derê ji bo Kurdî têkoşînê mezin bikin. Em ê tu hêzê wekî astengiyek li pêşiya Kurdî nebînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “bijî zimanê Kurdî”, “bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne