• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ bi hemû hêza xwe didomin

Amed / AW

8 TEBAX 2026 - 21:15
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET, ROJANE
A A

Li taxa Peyasê ya navçeya Peyasê û li Parka Enzelê ya taxa Melîkahmetê ya Sûrê û li taxa Şentepe ya navçeya Bismilê yên Amedê civînên gel û nobet hatin lidarxistin. Di civîna  de hate destnîşankirin ku pergala desthilatdar bi rêya hişbir û fihûşê dixwaze ciwanan ji nasname û çanda wan dûr bixe û wiha hate gotin: “Em ê bi hev re li dijî van polîtîkayên qirêj têkoşînê mezin bikin.”

Li taxên Amedê li dijî fihûş, tiryak û madeyên hişbirê  xebatên Pêngava ‘Rabin’ berdewam dikin. Platforma Şiyar Be bi hevkariya Komaleya Ji Bo Pêşerojê Li Vir in (GÎB-DER) di çarçoveya Pêngava ‘Rabin’ li taxa Peyasê ya navçeya Peyasê ya Amedê li dijî fihûş, tiryak û madeyên hişbirê  daxuyanî da û şahiyek li dar xist. Endama TJAyê Ayla Akat Ata, şêniyên taxê, DEM partiyê û DBPê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek ciwan beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê ciwanan govend gerandin dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pankarta ‘ Li vir im, noberdar im’ hate daliqandin. Daxuyanî ku bi du zimana hatibû amadekirin ya Kurmnacî mamosteya MED-DERê Milkiye Ongor a Tirkî jî ji aliyê endamê GÎB-DERê Rodî Ûlûdag ve hate xwendin.

‘Aştî jî tenê bi danîn û bêdengkirina çêkan pêk naye’

Milkiye Ongor di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demkratîk. Milkiye Ongor  diyar kir ku niha şerê çekdarî sekiniye lê ser gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û got: “Gelê me piştî salên dirêj ên şer û êşê, îro di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk, ev pêvajo bêguman dê êş û azara ku bi deh salane li me hatibû ferzkirin têk bibe û dê bi xwe re ji bo gelê me aştiyeke mayînde, jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad bîne. Lê belê ji ber ku alavên şerê bes ku çek nîn e, em pir baş dizanin ku aştî jî tenê bi danîn û bêdengkirina çêkan pêk naye. Gelê me bi salan bi polîtîkayên şerê taybet yên cûr bi cûr ên weke madeyên hişbir, fihûş û çetebûnê re rû bi rû hatiye hiştin. Mixabin di nav bajar, tax û kolanan de bi awayeke sîstematîk sepandina van polîtîkayan tevî pêvajoya aştî û civaka demokratÎk îro roj jî berdewam dike. Ji ber vê yekê  aştî di heman demê de; li dijî hilweşîna navxweyî ya li  taxan, perçebûna malbatan û li dijî bêparhiştina ciwanan ya ji pêşerojê pêwistiya têkoşîneke bêhempa jî bi xwe re tîne.”

‘Bêyî rêxistin hevgirtin jî tune ye’

Milkiye Ongor di berdewamiya axaftina xwe de detnîşan kir ku di nav tax û kolanan de bi belavkirina madeyên hişbir, fihûş û çetevaniyê tê xwestin ku hêviyên ji bo aştî û azadiyê werin lawaz kirin. Milkiye Ongor da zanîn ku  baweriya li hemberî pêvajoyê were qelskirin wiha pê de çû: “Bi vî awayî jî tê armanc kirin ku ew herêm li hemberî van polîtîkayan bêparastin bên hiştin. Li peyasê jî berbelavbûna van qirêjiyan bêgûman wê him takekesan him jî malbat, cîran û gelê peyasê hemû ber bi xetereyên kûrtir ve bikşîne. Ev polîtîkayên ku bi taybetî li herêmên xizan tên meşandin mixabin ji bo jinan û ciwanan gefên cidî ava dikin. Heya ku li wê herêmê rêxistinkirinek anjî hevgirtinek tunebe wê tevî perçekirina malbat û têkilliyên din, hemû nirxên me jî wê were tune kirin.”

‘Di taxa me de jî ji madeyên hişbir, fihûş û çeteyan re cih tune ye’ 

Milkiye Ongor destnîşan kir ku li di jî rizîbûna civakê bê deng namînin û wiha got: “Ji ber vê yekê em îro bi zelalî dibêjin: “Em ê li dijî vê rizînê bêdeng nemînin. Em ê zarok û ciwanên xwe biparêzin û em ê nehêlin ku tarîtî bi ser taxa me de were. Serkeftina vê têkoşînê jî di rêxistinbûyînê re derbas dibe. Ev rêxistinbûyîn jî di hemû taxan de bi hevgirtina jinan, ciwanan, malbatan û esnafan dikare ava bibe. Di taxa me de jî ji madeyên hişbir, fihûş û çeteyan re cih tune ye. Ji ber vê yekê divê gelê me bi hêza xwe ya xweser û bi îradeya xwe ya xûrt û hevpar taxa xwe biparêze.”

‘Parastina taxan mezintir bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Milkiye Ongor wiha bang kir: “ Em bang li ciwanên xwe dikin: Hûn pêşeroj, rûmet û hêza vî gelî ne. Ew hêz û jiyana ku niha ji we re tê pêşkêşkirin hêz û jiyaneke derewîn e. Hêza rasteqîn di rêxistinbûn û têkoşîna hevpar de ye. Em bang li hemû jinan û dayikên xwe dikin: Sekna we keleha herî xurt a vê têkoşînê ye. Ji malên xwe dest pê bikin û biherikin tax û kolanan; zarok û neviyên xwe, cîran û hevalên xwe birêxistin bikin û ji gele xwe re pêşengiyê bikin. Em bang li malbatên xwe dikin: Mewzîya yekem a vê têkoşînê hûn in. Bêdeng neminin. Dengê ku ji Peyasê radibe, divê bigihe her derê Amedê û herêma me. Em ê bi parastina taxên xwe pêvajoya aştiyê mezintir bikin.”

‘Tax bi tax xebat tên meşandin’

Piştî daxuyaniyê endama TJAyê Ayla Akat Ata axaftina xwe kir. Ayla Akat Ata anî ziman ku li di germahiya mehên havînê kolan bi kolan tax bi tax li di jî hişbir û fihûşê xebatên meşandin û got:” Di vê meha havînê ya germ a 2026an de, bi xebatên ku tax bi tax, kolan bi kolan tên meşandin û bi avakirina civak  demokratîk a li vî bajarî; diyar dike ku ew amade ye li hemberî her tiştê ku civakê jehrî dike, dirizîne û dixwaze bêvîn bihêle bisekine û wê vîna tarî bişkîne.  Li vî bajarî heke ciwan, jin û zarok xwe di nava ewlehiyê de hîs nekin li Peyasê heke jin dema dimeşin li pey xwe binêrin, li Batıkentê li Bulwara Turgut Ozal dema jin dimeşin hinek werin û bi wan re bazariya fuhûşê bikin, li taxa Kuçeyê jinên me ji ber ku ‘Mêr li qehweyan rûniştine’ nikaribin nîvê parkê bi kar bînin û li cihê ku em duh êvarê lê bûn ji tirsa mêran nikaribin biaxivin, ev pirsgirêka me hemûyan e.”

‘Heke em kolanan vala bihêlin, em dibînîn ku çawa tên tijekirin’

Ayla Akat Ata da zanîn ku parastina vî bajarî peyvira her kesî ye û wiha axivî: “ Ev yek, di stûyê her kesê ku vî bajarî bi rê ve dibe, çi tayînkirî çi jî hilbijartî; li vî bajarî kî wekî vîna civaka sivîl a gel hebe, kî wekî hêza ewlekariyê ya vî bajarî hebe, berpirsiyariya wan hemûyan e. Niha em dibêjin ku; heke Platforma Şiyar Be bi ciwanên xwe, bi jinên xwe, bi rêxistinên xwe yên civaka sivîl, li vî bajarî li dijî madeyên hişbir, fuhûş û ji tefecîtiya ku civakê dirizîne, ji faîzê heta qumarê li dijî her tiştî vîna rêxistinkirî ya civakê derxe holê; dê tayînkiriyên vî bajarî di serî de walî û qeymeqam û hilbijartiyên wê jî di serî de serokên me yên şaredariyan û wekîlên me dest bidin hev. Bi vî rengî, bi rêxistiniya herî xurt a ku ji bajar heta herêmê û ji wir jî ji bo hemû Tirkiyeyê bibe mînak û bi kêrî vî welatî bê, dê bibin xwediyê wê şansê ku bibêjin ‘Em jî hene’. Va ye ciwanan gotine ‘Em nobedar in’. Ev nobed ya me hemûyan e. Ev nobed ya jinan, ya civaka sivîl, ya hêzên ewlekariyê û ya vîna tayînkirî ya vî bajarî ye. Em tu kesî ji xwe cuda nakin. Lê em qebûl nakin ku li hemberî pirsgirêkeke vî bajarî çav werin girtin û guh ker bibin. Pêyas a me ye, Amed a me ye, ev kolan a me ye! Heke em vala bihêlin, me dît bê kê ew kolan tije kirin.”

Piştî axaftinan ciwanan govend gerandin û di nav taxê de bi dirûşmeyan meşiyan.

Li Sûrê li dijî polîtîkayên şerê taybet civîna gel hat lidarxistin

Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ‘Şiyar Be’ bi hevkariya Şaredariya Sûrê re li Parka Enzelê ya ku li taxa Melîkahmetê ya navçeya Sûr a Amedê bi beşdariya gel civîneke girîng li dar xist. Civîn ji bo balkişandina li ser fihûş û hişbirê yên ku li herêmê tên belavkirin hate kirin. Di civînê de Hevşaredarên Surê Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mehmet Kan û gelek welatî tevlî bûn.

‘Civakeke azad daxwaza gelê Kurd e’

Di civînê de pêşî Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan axivî û bal kişand li ser polîtîkayên ku bi salan e li ser gelê Kurd tên meşandin û destnîşan kir ku pergala desthilatdar dixwaze civakê belav bike. Adnan Orhan di axaftina xwe de wiha got: “Civakeke demokratîk, azad, wekhev û bi moral daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê jî gelê me bi salan e bedelên giran dide. Kêmasî û nebaşiyên ku dixwazin bixin nav civakê, berhemên van polîtîkayan e. Lê em dizanin ku gelê Kurd her tim xwedî hişmendî ye. Wek Şaredariya Surê, çi dikeve ser milê me em amade ne ku ji bo pêşeroja zarok û ciwanên xwe têkoşînê bikin.”

Paşê Hevşaredar Fatma Gulan Onkol axivî û diyar kir ku maddeyên hişbir û fuhûş wekî aparatên şerê taybet tên bikaranîn. Fatma Gulan Onkol anî ziman ku armanca van polîtîkayan bêbandorkirina ciwanan e û axaftina xwe weha domand: “Di van demên dawî de bi taybetî li herêma me zêdebûna maddeyên hişbir û fuhûşê ne tesaduf e. Dixwazin ciwanên me ji civakê, ji nasname û çanda wan dûr bêxin. Lê taxên me, kolanên me û herêma me wê radestî van kiryaran nebin. Ev civînên gel ji bo me pir girîng in; em dixwazin bi hêz û morala ku ji gelê xwe digirin, vê têkoşînê li her derê mezin bikin.”

‘Ev şerekî berfireh e’

Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mehmet Kan jî destnîşan kir ku pirsgirêka tiryakê pirsgirêkeke mezine û tenê bi xebata saziyekê çareser nabe.Mehmet Kan bal kişand li ser hewldanên gerdûnî û pergala kapîtalîst û got: “Şer êdî rasterast berê xwe daye nav malên me, berê xwe daye ciwan û jinên me. Dixwazin nirxên me yên civakî û ahlakî ji holê rakin. Ev xebat û ‘Pêngava Rabin’ ne tenê ya komekê ye, divê hemû gelê me bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Em bang li hemû sazî, malbat û derdoran dikin ku li dijî vê xeteriyê bibin yek û xwedî li paşeroja xwe derkevin.”

‘Em dixwazin berpirsiyarên xwe li ba xwe bibînin’

Di civînê de welatiyên ku axivîn jî bal kişandin li ser kûrbûna van pirsgirêkan li taxên wekî Şehîdlik, Benûsen, Îskenderpaşa û Hasirliyê. Welatiyan diyar kirin ku ji bo rawestandina vê çiravê divê hemû gel dest bide hev, yektiya xwe ava bike û li dijî belavbûna tiştên nebaş raweste.

Li Bismilê nobeta 3 rojan didome

Nobeda 3 roja a ku li dijî  bikaranîna madeyên hişber, fihûş û çetebûnê li taxa Şentepe ya navçeya Bismilê hatiye destpêkirin, îro jî berdewam kir. Şêniyên taxê, nûnerên rêxistinên demokratîk û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser xetereyên madeyên hişber û çetebûnê agahî hatin dayîn. Piştî axaftinan, girseyê li ber stranan govend gerandin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne