• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ hate destpêkirin

Amed / AW

11 TEBAX 2026 - 12:52
Kategorî: CIVAK
A A
Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê û şaredariyên wê yên li Amedê bi meş û daxuyaniyekê li Amedê kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” dan destpêkirin. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag di daxuyaniyê de diyar kir ku kampanya wê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê heta 21ê Tebaxê bidome û destnîşan kir ku kolan bi kolan, tax bi tax dê keda xwe ya kolektîf mezin bikin.

Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê û Şaredarên DEM Partiyê yên navenda Amedê û navçeyên wê bi daxuyaniyekê starta kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” dan. Di daxuyaniya ku li herêma Dortyol a navçeya Rezanê hate dayîn de hate diyarkirin ku kampanya dê li hemû bajarên bakurê Kurdistanê heta 21ê Tebaxê berdewam bike. Hevşaredarên Amedê û navçeyên wê, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, xebatkarên şaredariyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag metna bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatibû amadekirin xwend. Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk jî metna Tirkî xwend.

‘Ji bo paqîjiyê afirandina hişmendiyê erka me hemûyan e’

Safiye Akdag di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ve tê birêvebirin de, diyar kir ku îro li Amedê starta kampanyaya paqijiyê didin û wiha got: “Ev kampanya; ji bo me, ji bo qadên jiyana me, ji bo xwezaya me û jiyana ekolojîk xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku li ku derê dibin bila bibin, veguherîna wan qadan mîna gulistanan di destê me de ye. Em jî weke şaredarî dê di vê mijarê de berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me bi cih bînin. Em bawer dikin ku gelê me jî dê hestiyariya ku dikeve ser milê wan nîşan bide ku qadên jiyana me paqij bimînin. Lê divê em bi vê yekê jî sînordar nemînin. Yê ku li cem me dimeşe, yê ku li pişt me rûniştiye; bi kurtî li ku derê dibe bila bibe, hişyarkirina herkesê ku Amedê qirêj dike û di vê mijarê de afirandina hişmendiyê û agahdariyê vê yekê erka me hemûyan a hevpar e.”

‘Em têkoşîneke li dijî madeyan û fihûşê jî esas digirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Safiye Akdag da zanîn ku ji bo bajarekî paqij pêwîst e ku xebatên xwe yên kollektif mezin bikin û wiha pê de çû: “Heke em Amedeke paqij û jiyanbar dixwazin, divê em bizanibin ku em nikarin vê yekê bi hewldana çend kesan an jî tenê bi beşên diyarkirî bi dest bixin. Em dikarin Amedeke paqij tenê û tenê wekî gelê Amedê bi hestiyariya xwe ya hevpar, keda xwe ya hevpar û refleksên xwe yên hevpar biafirînin. Îro tam ji ber vê sedemê em hatine cem hev: Ji bo ku em keda xwe ya kolektîf mezin bikin. Ji ber ku em dizanin her cure liv û tevgerên ku kolektîf in, komunal in, bi xwe re hişmendiya civaka rêxistinkirî pêş dixe. Civaka rêxistinkirî jî ne tenê civaka ku bajarê xwe paqij dike, di heman demê de civaka ku xwedî li jiyana xwe, li taxa xwe, li kolana xwe û li siberoja xwe derdikeve, ew bi xwe ye. Heke ku em civakeke rêxistinkirî biafirînin, em ê îro li Amedê neçar nemînin ku behsa qirêjiyê bikin û ne jî behsa tiryakê, madeyan hişbirê bikin. Ji ber vê yekê, dema em dibêjin ‘Bajarên Paqij’, em tenê behsa paqijiya fîzîkî ya kolan û qadên xwe yên jiyanê nakin. Di heman demê de em têkoşîneke civakî, paqijî û zelalbûnê ya li dijî madeyan û fihûşê jî esas digirin.”

‘Em ê her roj taxeke xwe paqijtir bikin’

Safiye Akdag di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Platforma Şiyar Be û ev tişt anî ziman: “Em jî bi wesîleya vê kampanyayê careke din diyar dikin: Li her qada ku em lê ne, em ê li dijî madeyan têkoşîna xwe mezin bikin û em ê rê nedin kesên ku gelê me bi van rêyan û cureyên din jehrî dikin. Ji vir û şûnde em ê di nav hewldanê de bin ku em Amedê ji her alî ve bikin bajarekî paqijtir, bi tendurist û jiyanewer. Dê ev hewldana me ne tenê rojêkê, dê her roj berdewam bike. Lê belê em dixwazin li vir bang li gelê Amedê ê hêja jî bikin: Em ji bîr nekin ku paqijkirina vê bajarî û paqijhiştina wê di destê me hemûyan de ye. Ne rast e ku em vê berpirsiyariyê tenê ji şaredariyê re yan jî ji kedkarên xwe yên şaredariyê re bihêlin. Wekî ferdekî, divê her yek ji me tevkariyê bide vê kampanyaya paqijiyê. Li malê ji malbata xwe re, li dibistanê ji xwendekarên xwe re, li cihê kar ji hevalên xwe re; bi kurtî li her qada ku em lê ne, divê em li hemberî mirovan hişmendî û agahdariyê biafirînin û pêş bixin. Em ê kampanyaya xwe, mîna li Amedê, li hemû herêmên Kurdistanê heta dîroka 21ê Tebaxê berdewam bikin. Ji ber vê sedemê em ê her roj li cihêkî din bin, em ê her roj taxeke xwe paqijtir bikin. Kolan bi kolan, tax bi tax em ê keda xwe ya kolektîf mezin bikin.”

Piştî daxuyaniyê girse ji herêma Dortyolê heta herêma Oryilê ya Rezane meşiya. Dû re girseyê belavok belav kir û kolan paqij kirin.

Etîket: DEM Partîkampanyaya paqijiyêSafîye AkdagŞaredariya Bajarê Nû
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne