Li Almanyayê ji ber germahiya zêde ya di meha Hezîranê de 99 kes di avê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Federasyona Rizgarkirina Deryayî ya Almanyayê, di vê mehê de germahiya hewayê li hin herêman heta 41,7 pileyî bilind bû. Ji ber vê germê li daristanan şewat derket, di rêyên hesinî de pirsgirêk derketin û rêjeya mirinê zêde bû.
Li gorî daneyên DLRGê, ji kesên ku xeniqîne 35 kes ji ser 50 saliyê re bûn, lê beşa herî mezin ji 40 kesên bin 30 saliyê pêk dihat. Hat diyarkirin ku ji sedî 90î zêdetirîn kesên mirin e mêr in. Seroka DLRGê, Ute Vogt anî ziman ku mêr zêdetir rîskê didin ber çavên xwe û got ku girtina madeyên hişbir an jî alkolê rîska xeniqînê zêdetir dike.
Piraniya bûyerên xeniqînê di gol û çeman de qewimîn. DLRGê hişyarî da ku herikîna xort a avê, guherîna ji nişka ve ya germahiya avê, nizanîna avjeniyê û xwe avêtina nav avên kûr, sedemên sereke yên van mirinan in.













