• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurtulmuş: Divê gavên demokratîkbûnê bên axaftin

Enqere / AW

12 TEBAX 2025 - 15:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di civîna sêyemîn a Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî de axivî û got ku meseleya herî girîng a komîsyonê ew e ku têkildarî pêvajoyê sererastkirin bên kirin û li ser gavên demokratîkbûnê biaxive.

Komîsyona Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ku di çarçoveya pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Meclîsê hatiye avakirin, li Eywana Merasîmê ya Meclîsê civîna xwe ya 3yemîn li dar xist. Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî û got ku komîsyon li gorî armanca xwe dixebite.

Kurtulmuş wiha got: “Li vê derê her kesî fikrên xwe bi aşkerayî anî ziman. Her çend her kes xwedî nêrînên cuda be jî, karîn jê re sûdewer bin. Lewma jî, hevdîtinên me yên li vê derê li gorî ruhê komîsyonê bi aşkerayî hatin kirin. Lêbelê civîna beriya vê ji ber ku civîna agahdarkirinê ya Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karên Hundir û Serokê Îstîxbarata Neteweyî bû, bi awayekî xwezayî ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Gelek hevalên me piştî civînê anîn ziman ku wan fêm kirine bê ka çima civîn girtî hatiye lidarxistin. Beriya her tiştekî, ez ji dil û can spasiya endamên komîsyonê dikim ku hevgirtî, ji bo encamekê bi dest bixin, hewldanên xwe yên erênî raber kirine. Meseleya herî girîng a vê komîsyonê, gavên di pêvajoyê de tên avêtin li ser navê miletê me bişopîne, sererastkirinên pêwîst bike û di vê çarçoveyê de li ser gavên demokratîkbûnê biaxive. Bêguman wezîfeyên herî girîng ên komîsyona me ev in.

Hewceyî bi xurtkirina hevgirtina civakî heye

Komîsyona me jidil e. Hakimê rojevên xwe ye û bi biryarên dide rêya xwe didomîne. Girîng e ku biryarên di du civînên ewil de hatine dayin, bi piraniya dengan hatin dayin. Di qonaxeke wiha dîrokî de, hêviya me ew e ku gavên ji vir şûnde tên avêtin jî bi biryarên hevpar û bi tifaqiyeke herî mezin bên avêtin. Ji bo xurtkirina hevgirtina civakî, pêşxistina yekitî û xwişk-biratiya me ya neteweyî, ji bo xebatên di qadên azadî, demokrasî û dewleta hiqûqê de bên kirin, di bin sîwana Meclisê de tifaqa herî mezin hate avakirin û biryar hate dayin ku komîsyoneke ji 51 endaman pêk tê were avakirin. Piştî Serokatiya me ev biryar raber kirî, ji ewil ji her partiyeke siyasî yên koma wan tune ye re endamtiyek da.

Em ê pêşniyarên endaman tomar bikin

Partiya Îyiyê nivîsek şand û got ku dê endaman nede komîsyonê. Di hevdîtina pê re hatiye kirin de teqez kirin ku dê endaman nedin komîsyonê. Li ser vê yekê, bi komên partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin û biryar hate dayin ku li şûna 3 endamên cihê wan vala ma ye, li gorî rêjeya partiyan endam bên belavkirin. Di encama hesaba hatiye kirin de ji AKP, CHP û DEM Partiyê re yek endam ma. Piştî temamkirina van endamtiyan, nav hatin diyarkirin û endaman dest bi xebatên xwe kirin. Wekî di rojevên bi we re hatine parvekirin de hatiye diyarkirin, rojeva me ya sereke ya vê civînê ew e ku yek bi yek li hemû pêşniyarên endaman ên der heqê xebatên komîsyonê de guhdarî bikin.”

Etîket: çareseriya pirsgirêka KurdkomîsyonKomîsyona Demokrasiyê Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina MilîMeclîsNuman Kurtulmuşpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

3 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne