Kurê Şaredarê Elkê yê berê Habîb Aşan ê AKPî di operasyona tiryakê de hat binçavkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê kurê Şaredarê Elkê yê berê Habîb Aşan, Yavûz Aşan hat binçavkirin. Yavûz Aşan ê ku di operasyona tiryakê de hatiye binçavkirin birin Îzmîrê.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin Yavûz Aşan beriya 2 rojan li Elkê hatiye binçavkirin û ew birine Îzmîrê. Her wiha hate hînbûn ku Yavûz Aşan bi hinceta avakirina komeke çete jî hatiye binçavkirin.















