• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kujerê Hevrîn Xelef li ser kar e

Amed / AW

11 COTMEH 2025 - 13:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Hevrîn Xelef 6 sal berê ji aliyê fermandarên Ehrar El-Şeriye Ehmed el-Hayis ve hat kuştin. Lê îro HTŞê kujer di hikûmeta demkî ya Şamê de bicih kirine û ew wekî fermandar xelat kirine.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12ê Cotmeha 2019an de li Qamişlo li ser Rêya Giştî ya Diwelî ya di nabera Qamişlo û Minbicê de kuştin. Fermandarê Ehrar El Şeriye, Ehmed el-Hayis û hevalên xwe li ser rêya Qamişlo û Minbicê kemîn danîn û Hevrîn Xelef û ajokarê wê kuştin.

Endazyar Hevrîn Xelef di kongreya partiya xwe ya 27ê Adara 2018an de wekî sekretera giştî hat hilbijartin. Damezrandina partiyê, destpêka merheleya nû ya dîroka Sûriyê bû. Piştî Hevrîn Xelef wekî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hat hilbijartin, di nava salekê de gelek xebatên berbiçav kirin. Lê kesên ku hewldanên Hevrîn Xelef ên ji bo hêviya azadî û demokrasiyê dîtin, ew kirin hedef.
Kujerê Hevrîn Xelef Ehmed el-Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yek ji fermandarên Ehrar El-Şeriye bû. Kujer Ehmed El Hayis; bi wêneyên mezûnîyetê yên li ser medyaya sanal parve kir, eşkere kir ku bi salan li Tirkiyeyê maye. Derket holê ku endamê Rêxistina Ahraruş Şarkiye ku yek ji pêkhateyên Artêşa Milî ya Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk e. Derketibû holê ku Ebu Hatim Şakra, beriya niha jî bi navê Ahmed Îhsan Fayyad
El-Hays, Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê qedandiye.

Ehmed el-Hayis (Hatim Ebû Şeqra), endamê SMO bû. Rayedarên Tirkiyeyê jî aşkere diyar dikin ku SMO girêdayî wan e. SMO ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi sûcên şer tê tawanbarkirin. Piştî hikûmeta Şamê di 8ê Kanûna 2024an de hilweşiya, HTŞê dest danî ser hikûmeta Şamê. Piştî hikûmet hilweşiya, HTŞê di 5ê gulana 2025an de li Sûriyeyê hikûmeta demkî ava kir. Kujerê Hemrîn Xelef, Ehmet el-Hayis jî wekî fermandarê Firqeya 86an li Dêra Zor, Reqa û Hesekê tayîn kirin. Li gel ku kujer Ehmet el-Hayis 6 sal berê Sekrereta Partiya Sûriyê ya Siberojê kuşt jî, li şûna bê darizandin û cezakirin, îro em dibînin ku wekî fermandar û erkdar di hikumeta Şamê de cih digire.
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan bi destê xiyaneta çeteyên Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyeyê hat kuştin. Hevrîn Xelef kesayeteke rewşenbîr û afrîner bû. Destpêkê di mecala perwerde û fêrkirinê de dixebitî. Xewna Hevrînê, jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê de bû.

‘Êrîşek tirsonek bû’

Meclisa Jinan a Sûriye a Bakur û Rojhilatê Sûriyê; destnîşan kir ku bilindbûna asta êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kerwanên şehîdan ji sivîlên bê guneh zêde dibin û got: “Hêzên artêşa Tirk a dagirker di êrîşek tirsonek û xeder de erebeya wê li ser rêya navdewletî (Hesekê –Heleb) kirin hesed. Em soza xwe bi hevgirtina gel û hêzên xwe yên ku mirovahî hemû ji terorê parast û hîna diparêze dubare dikin.

‘Hemû nirx pîvan temsîl dikir’

Kongra Star ji bo Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef wiha dibêje: “Hevrîn Xelef yek ji pêşengên jin a şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di şexsê xwe de hemû nirx û pîvanên vê şoreşê temsîl dikir. Ji demokrasiyê bigire heya yekitiya gelan, ji edaletê bigire heya vîna xweser, Hevrîn Xelef wan pîvanan bi rastî jî pratîze dikir. Ji ber vê jî diçû ku derê bi germahî, ji dilî û dirustiya xwe li ser derdorê bandor dikir û dihat hezkirin. Berî her tiştî wek jina Kurd a birêxistinî, hem xwe bi pêş dixist hem jî hêz dida jinan. Bi vî awayî bû pêşengeke vê şoreşê, bû pêşengeke jin.”

Kongra Star destnîşan dike ku Hevrîn Xelef tevî hemû zor û zehmetiyan bi dilsozî erka xwe pêk dianî û bi keda xwe pêşketinên mezin ava kiriye û van nirxandinan dike: “Hevrîn Xelef, ji ber ku jineke pêşeng ên vê şoreşê bû hat hedefgirtin. Dewleta Tirk a dagirker di zanebûna rola pêşeng a tevgera azadiya jinan de ye. Baş dizane ku hêza birêxistinî ya jinan dînamîka herî xurt a şoreşa sedsala 21ê pêk tîne. Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di cewherê xwe de şoreşa jinan e û xwe dispêre hêza xweser a tevgera azadiya jinan.”

‘Îspat bû ku Tirkiye sivîlan dike hedef’

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kiribû ku Tirkiye û hevkarên xwe ji raya giştî re îsbat kirin ku ew sivîlan dike hedef û gotibû: “Em van êrîşên hovane û berberî yên Tirkiyê yên ku rêveberek sivîl ku di partiyek sivîl de kar dikir kirin hedef şermezar dikin. Ev îsbat dike ku dewleta Tirk a faşîst vîna tevahiya partî, pêkhate û sivîlan dike hedef.”
Hevrîn Xelef: Em guherdina demografiya Sûriyê qebûl nakin
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 18ê Gulana 2018an de diyar kiribû ku partiya wan wê hewl bide ku careke din hezkirinê di nava gelê Sûriyê de zindî bike û gotibû: “Partiya me bi tu awayî guhertina demografî ya li Sûriyê qebûl nake.”

Hevrîn Xelef beriya bê kuştin ji ANHA re axivîbû û wiha gotibû: “Aloziya Sûriyê ev çend sal in dewam dike. Careke din çandiniya hezkirin û hevdûqebûlkirinê di nava gelê Sûriyê de, armanca me ya tekoşînê ye. Em ê rihê ku gelê Sûriyê beriya 8 salan bi wê serî hilda vegerîn in. Partiya me di tekişîna xwe de danûstendinê esas digre. Bi vê yekê jî dê aloziya Sûriyê ber bi çareseriyê ve her e. Em van siyasetan qebûl nakin. Em dagirkirina ji derve bi tu awayî qebûl nakin. Em dikarin Tirkiyê ku em wekî cîran rêzê jê re digirin bibîr bixin. Em doz dikin ku ev siyaset werin kêmkirin.”

Di 27ê Adara 2018an de Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya damezirîner bi beşdarbûna 880 delegeyan li bajarê Reqayê lidar xist. Di kongreyê de Hevrîn Xelef wekî Sekretera Giştî hatibû hilbijartin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne