• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kongra Star li başûrê Kurdistanê starta 25ê Mijdarê da

Navenda Nûçeyan / AW

16 MIJDAR 2025 - 10:52
Kategorî: JIN
A A
Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star a Başûr û Meclisa Jinan a PYDê, starta çalakiyên 25ê Mijdarê da.

Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star a Başûr û Meclisa Jinan ya PYDê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî da.

Jinan li Nûnertiya PDYê ya başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê daxuyanî da. Endama Komîteya Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed daxuyanî xwend.

Bêrîvan Mihemedê diyar kir ku ew destpêkê xwişkên mîrabel ku bi têkoşîna xwe ya li dijî desthilatiyê mîrasa berxwedan û berdêldayînê ji wan re hiştiyî û bûyî sedem ku ev roj weke roja têkoşîna li dijî şiddetê bê destgirtin, bi rêzdarî bibîrtînin.

Bêrîvan Mihemedê da zanîn ku di şexsê van têkoşerande ji dîrokê heta îro hemû qehreman, têkoşer, fedekar û rênîşanerên wan ên hêja Rosa Luksenburg, Sakine Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leman, Aryen Mako, Gulistan, Hêro Bahadînan û bi hezaran têkoşerên din, bi rêzdarî bibîrtînin û soz didin ku dê doza wan hîn mezintir bikin.

Bêrîvan Mihemed anî ziman ku weke tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedayîna kesên ji bo azadiyê berdêl dayî em meşiyane û mezin bûne û wiha got: “Em xwedî li ked û berxwedayîna wan derketine. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe a siyasî, polîtîk, civakî em têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Li her deverekê Kurdistanê siyaseteke cuda hate meşandin. Îro li Sûriye jî bi rejîma ku anîne ser hukum ve siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin. Em viya şênber jî di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jin, di siyasetê di qadên jiyanê ên din de rênedayîna jin, heta derketina jin a derve, cil û berg de zextên ku li ser tên de dibînin. Ji aliyekêve pergala me a rêveberiya xweser bi hemû hêza xweve û bi têkoşîneke mezin ve dixwaze jinê bi îrade bike, ji bo wê jî hewldan dike, ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir têxe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike hewldan dike. Desthilatiyê teybet van salên dawîde zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Teybet jî ji bo ku zayendperestiyê kûrtir bike ev beşên îslama radîkal xwedî rol kirin. Li Efganistanê Talîban, li Sûriye HTŞ ji ber wê yêkê bicih kirin û rê dane. Îro di şexsê van tevgeran de îradeya jin heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Eger jin xwedî rêxistin nebe neçar dimîne ku li beramberê qanûnên wan ên hovane serî bitewîne.”

Bêrîvan Mihemed bilêv kir ku di şexsê jinên Suweyda, jinên li sahilde me dît ku jina ku ne rêxistinkirî be rûbirûyê çi pêkanînan tê. Wek jin pêwîste em viya baş bizanibin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jinan nake. Tu dewlet jî naxwaze jin xwedî îrade be. Ev di mînaka van deran de eşkere hate dîtin. Teybet îsal jinên li Suweydayê, li sahilê hatîn qetilkirin û yên ku hatî revandin di bajarande hatî firotin cihê şermeke mezin e. Ev şerma hemû cîhanê, hemû mirovahiyêye. Tenê ji bo van jinan nabe jî pêwîste jinên ku van kiryaran qebûl nake, jê acize pêwîste deng derxe. Bêdengî jî şermeke mezin e. Di çalakiyan de hêza xwe kirina yek wê encamên berbiçav jî derxe holê.”

Jinan li başûr gelek bedel dane

Bêrîvan Mihemed anî ziman ku Başûrê Kurdistanê jî xwedî mîraseke berxwedanêye û got: “Em ji Leyla Qasiman bigirin heta Viyan Soranan, Hêro Bahadînan di têkoşîna azadiya jin de gelek berdêl hatiye dayîn. Li hemberê vê berxwedayîna jin li pergala dewleta Iraqê de jî xeteriyên mezin ji bo jin hene. Teybet van salên dawîde qanûnên li dijî jinê ên bin navê yasaya rewşa kesî ku derdikevin, dide nîşandan ku îradeya jinê bi rêya qanûnan jî dixwazin bişkênin, zayendperestiyê mayînde û meşrû bikin. Dîsa di yasayên Iraqêde kûrkirina zewaca temenê biçûk û pirjiniyê heye. Li hemberê van pêkanînan em dizanin ku jin tu carê bêdeng namîne. Ji ber ku jinên li vê heremê xwedî mîrateyeke berxwedanê a kevnar in.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne