• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi coş dest pê kir

Navenda Nûçeyan /AW

17 TÎRMEH 2025 - 11:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku weke bersiva 73 fermanan tê lidarxistin, bi beşdariyeke xurt, bi coş û hêviyeke mezin a pêşerojeke azad destpê kir. Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ku banga Ronesansê li Êzidiyan kiribû, peyameke taybet gîhandiye konferansê.

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan li Şengalê, li stargeha pîroz a Êzidiyan konferanseke girîng li dar dixe. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi dirûşmeya “Banga Civaka demokratîk bersiva 73 fermana ye” tê lidarxistin, Konferansê bi coş û hêviyeke mezin dest pê kir. Civaka êzidî bi vê konferansê bersiva fermana 3yê Tebaxa 2014an û bersiva dîroka fermanan didin. Şengal bi vê konferansê re bersiva peyama Abdullah Ocalan a “Banga Civaka Demokratîk ji bo Êzidiyan destpêka ronesansê ye” jî dide.

Konferansê bi beşdariya bi sedan mêvanên ji Şengalê û derveyî Şengalê destpê kir. Hemû sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Jinên Ciwan ên Şengalê, oldar û ilimdarên Êzidî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên Şengalê, nûnerên gelê Ereb ên Şengalê jî di nav de ji hemû beşên civaka Êzidî û gelê Şengalê delege tevlî konferansê bûne.

Ji Bexda, Silêmanî û Mexmûrê beşdarbûn

Ji Bexdayê komeke ji 15 kesan ku di nav de çalakvanên siyasî, çalakvanên medenî, akademisyen û rojnamevan hene beşdarî konferansê bûne. Ji Silêmaniyê jî komeke 15 kesan ku di nav de zanayên ola Îslamê, nûnerê Zerdeştiyan, oldar û nûnerên gelê Cihû, parêzer, lêkolîner, saziyên civakî, akademisyen û çavderên siyasî di konferansê de amade ne. Li ser navê gelê Wargeha Ş. Rustem Cûdî jî heyetek tevlî konferansê bûne. Hejmarek hunermend, nivîskar û akademisyenên ku nekarîn werin Şengalê jî, ewê bi rêya online beşdarî konferansê bibin û gotarên xwe pêşkeş bikin.

Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Pişt re Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, li ser navê Rêveberiya Xweser peyamekê da û got: “Em konferansê li mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Ronesansa Êzidiyan, Êzidiyan ji bindestiyê ber bi serxwebûnê ve dibe. Rêber Apo bang li civaka Êzidî dike ku parastina xwe ya cewherî û rêveberiya xwe ya cewherî xurt bike.”

Li ser Navê Desteya Oldaran jî Mam Şûweyş jî li ser navê oldaran peyamek pêşkeşî konferansê kir û got: “Êzidî pêwîst e bibin destek û biryarek.”

Neam Eliyas jî li ser navê TAJÊ peyamek pêşkeşî konferansê kir û wiha axivî: “Ev konferans berhema şehîdan e, salvegera fermanê nêz dibe, em şervanên azadiyê yên bi hawara me ve hatin bibîrtînin û konferansê li wan pîroz dikin.’ Her wiha em li serokê gelên bindest, Serok Apo pîroz dikin.”

Abdullah Ocalan ku banga Ronesansa Êzidiyan kiribû, peyameke taybet ji bo konferansê şandiye. Her wiha, Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyameke bi dîmen gîhandiye konferansê.

Piştî xwendin û temaşekirina peyaman, wê sînevîzyonek derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna xweseriyê ya Şengalê de were temaşekirin.

Di roja yekemîn de 5 gotar têne pêşkeşkirin

Konferansa ku wê 2 rojan berdewam bike xwedî navorekeke têr û tijî ye, wê bi giştî di 5 mijaran de gotar werin pêşkeşkirin û nîqaş werin meşandin.

Mijarên ku wê di roja yekemîn a konferansê de werin nîqaşkirin ev in;

* Di Herikîna Dîrokê de Hebûna Civakî ya Êzidiyan

* Di Çarçoveya Çand-Bawerî û Felsefê de Êzidî û Ezdatî

* Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin

* Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî

* Zîhniyeta Fermanê, Rastiya Qirkirina Fîzîkî û Çandî

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne