• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

Amed / AW

24 MIJDAR 2025 - 13:40
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê rapora “Binpêkirina mafên jinan” ya Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li Bakurê Kurdistanê 37 jin hatine kuştin, 5 jin jî dawî li jiyana xwe anîne û 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û di salekê de bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest daye.

Komîsyona Jinan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî, rapora xwe ya “Binpêkirina mafên jinan” a salekê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê li avahiya xwe eşkere kir.

Rapor ji aliyê Endama Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê Esra Saçaklidir ve hat xwendin.

46 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane

Esra Saçaklidir diyar kir ku bi boneya 25ê Mijdarê rapora salekê eşkere dikin û got: “Ev rapor ji bûyerên di navbera 1ê Kanûna 2024 û Mijdara 2025an pêk tê. Tundiya li ser jinan ne tenê fizîkî ye, tundiya zayendî, aborî û civakî jî heye. Ji ber tundiyê gelek jin ji civakê tên dûrxistin. Gelek jin întîxar dikin. Lê em dizanin ku ev întîxar jî cinayetên civakî ne. 5 jinan întîxar kiriye, 37 jin hatine kuştin, 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer hemû ji ber sedemên tundiya li nav malê û civakê pêk tên. Li dijî van mirinan lêpirsînek baldar nayê kirin.”

Bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest dane

Esra Saçaklidir destnîşan kir ku ji ber tundiya di nava malê de herî kêm 29 jinan jiyana xwe ji dest dane, 9 jin birîndar bûne û got: “Ji kesên berpirsiyar hat xwestin ku ev bûyer werin veşartin. Sala 2025an wekî ‘Sala Malbatê’ hat eşkerekirin lê ev biryar mirinan nesekinand. Divê dewlet destpêkê jinan biparêze. Em dizanin ku neçarserkirina pirsgirêka Kurd tundiya li ser jinan zêdetir dike. Ji bo wê em dibêjin divê jin jî tev li pêvajoyê bibin. 37 jinan jiyana xwe ji dest daye, 5 jin întîxar kiriye û 46 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest dane.”

Ji bo pêşî li kuştina jinan were girtin, ev daxwaz hatin kirin:

* Dewleta Tirkiyê divê dîsa vegerê ser Peymana Stenbolê.

* Desthilat divê qanûna 6284an bi awayekî xurt bimeşîne û divê ji dest biryarên kêfî berde.

* Divê lêpirsînên bi bandor û baldar li ser tundiya di nav malê û civakê de pêk tê were kirin.

* Divê mekanîzmayên serlêdanê ji bo jinan hêsan be.

* Divê zextên li ser saziyên jinan werin bidawîkirin.

‘Dê têkoşîna me berdewam bike’

Di dawiyê de endama Komîsyonê Eylem Kaya axivî. Eylem Kaya jî diyar kir ku divê her dem tundî di rojeva her kesî de be û got: “Ne tenê 25ê Mijdarê divê tundiya li ser jinan her dem were hişê me. Divê tundiya li ser jinan li her qadê ji holê bê rakirin. Em ê jî li her qadê li dijî tundiyê rabin. Em wekî ÎHDê diyar dikin ku heta tundî bi dawî bibe dê têkoşîna me berdewam bike.”

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanKomîsyona Jinan a ÎHDa Amedêkuştina jinantundî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

19 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

Li Rihayê tora têkoşîn û piştevaniya dijî tundiyê hat avakirin

22 TÎRMEH 2026
‘Sedema rizîbûna civakî ji bîra xwe qutbûn e’

‘Sedema rizîbûna civakî ji bîra xwe qutbûn e’

6 TÎRMEH 2026
Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

21 HEZÎRAN 2026
TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne