• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyona Jinan a DBPê ya Marmarayê hate ragihandin

Stenbol / AW

7 ADAR 2026 - 17:46
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Komîsyona Jinan a DBPê ya Marmarayê bi daxuyaniyekê avakirina xwe ragihand. Endama Meclisa Jinan a DBPê Rojan Aydin diyar kir ku jin dê bibin pêşengê pêvajoya  Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ew ê ji bo felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hildin herî roj xwe rêxistin bikin.”

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê bi daxuyaniyeke avakirina xwe ragihand. Di eywana solanê de pankarta “Jin jiyan azadî” hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinan a DBPê Rojan Aydin ve hate xwendin.

‘Em têkoşîna xwe bilintir û domdartir dikin’

Rojan Aydin diyar kir ku ew ji bo ragihandina Komisyona Jinan a DBPê a Marmarayê li vir in û got: “Rojek berî heştê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê ya du hezar û bîst û şeşan û sala duyemîn a banga sedsalê ya 27ê Sibatê de bi zanebûna jin pêşengên birêxistinkirina pêvajoya banga aştî û civaka demokratîk a li ser perspektîfa civaka demokratîk, ekolojik a azadîxwaziya zayendî ya rêzdar Ocalan a ku wî di şexsê gele Rojhilata Navîn de pêşkêşî tevahiya cîhanê kiribû û bi berpirsiyariya ber bi lûtkeya herî jor ve bilindkirina ala ‘Jin Jiyan Azadî’ em komisyona jinan a DBPê a Marmarayê radigihînin.  Mebesta me bi wê hêz û baweriya ku em ê ji hemû jinên azad ên wekî; Leyla Qasim, Sara û Nagîhan, Zarîfe û Clara Zetkîn, Mahsa Jîna Amînî, Rahşan û Denîz, xwengên Mîrabel û Arîn, jinên yên ku di têkoşîna azadiya jinê de cih girtine û me navê wan bilêv nekirî lê bi çand û nasnameya ku avakirine şopa xwe li bîra me xistine û mîrateyek li pey xwe hiştine, têkoşîna xwe bilintir û domdartir dikin. Mebesta sereke ya komîsyona me; li hemberî koletî, bêstatubûn, bênasnametî, bêhiqûqiya li ser jinan, dîsa li hemberî polîtîkayên şerê taybet, ê ku dijminatiya jinan dike û her cure tundiya li ser jinan sekna me, birêxistin û mezintirkirina têkoşînê ye.”

‘Îro têkoşîn ji malan daketiye ber bi qadan’

Rojan Aydin anî ziman ku 8ê Adarê di cîhanê de nîşana pîrozkirina serkeftinên jinan ên siyasî, aborî û civakî û di heman demê de nîşana têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî ye û wiha axivî: “Wekî jinên kurd em di sedsala bîst û yekemîn de van destkeftiyên tevgera jinên karker ên ku di sedsala nozdehemîn de bi şiyara ‘ji bo heman karî heman rayîş’ me bi ziman, çand û nasnameya xwe ji nû ve şêwand û şêwandina wê didomînin. Helbet ev têkoşîn nîşaneya hebûna modelek jiyanê ya alternatîfa li hemberî civakên baviksalar û sîstema kapîtalîst û mîlîtarîst a ku di bin serweriya nîjadperestî û şovenîzmê de ye, ku jin bindestên bindestan in. Îro rasteyeke ku têkoşîn ji malan daketiye ber bi qadan, kargehan, kursiyên akademîk û meclîsan û qadên azad ve belav bûye û wêrekî û baweriya pêkanîna şoreşê ava kiriye.”

‘Niha dem dema jinan e’

Di dawiyê de Rojîn Aydin destnîşan kir ku ew wekî jinên Kurd wan têkoşîna xweparastina rewa ya bi dehan salan domiya hebûna kurdan peyitand, di gel vê wan îdeolojiya rizgariya jinan ragihand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî jin jiyan azadî wekî felsefe ji teorîbûnê derketî, bûye şiyarek gerdûnî, bi tenê bi jinan jî bi sînor nemaye, mêran jî ew wekî hêvî û felsefeya rizgariya xwe qebûl kiriye û li qadan berz kiriye. Dema 8ê Adara 1987an li Qamişlo ya Rojava bi civînên di malan de dihat pîrozkirin, îro jî em şahidiyê dikin ku jin pêşengiya şoreşa jinê dikin. Ji bo mezinkirina hemû destkeftiyan em ê xwebûna xwe bi dest bixin û xwe birêxistin bikin. Em di siyaset û avakirina civaka komînal a demokratîk de dê gotinên xwe her binîn zimên. Em ê ji bo avakirina pergala civaka komînal, demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinan tê avakirin bibêjin ‘Niha dem dema Jinan e’  û rêya xwe bidomînin.”

Etîket: HATJinKomisyona Jinan a DBPê ya Marmarayêragihandin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne