• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koma Xebatê ya Kurd a PEyê: Divê girtiyên siyasî bên berdan

Navenda Nûçeyan / AW

13 GULAN 2025 - 19:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koma Xebatê ya Kurd a Parlamentoya Ewropayê daxuyand ku piştî biryarên dîrokî yên ku ji hêla PKKê ve hatine girtin, divê Tirkiye vê derfetê bikar bîne û weke gava yekem êrîşên xwe yên leşkerî rawestîne, girtiyên siyasî serbest berde û azadiyên bingehîn bên misogerkirin.

Koma Xebatê ya Kurd a Parlamentoya Ewropayê biryara fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bidawîanîna têkoşîna çekdarî bi keyfkeşî pêşwazî kir. Komê diyar kir ku ev biryar bidawîbûna serdemekê temsîl dike, lê di heman demê de ji bo aştiyê destpêka têkoşînek nû ya demokratîk nîşan dide. Bang li hikûmeta Tirkiyeyê hat kirin ku vê derfeta dîrokî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan bikar bîne.

Di daxuyaniya komê de hat destnîşankirin ku divê Tirkiye guhertinên qanûnî û siyasî bike da ku pêvajoya çareseriya aştiyane hêsan bike. Hate diyarkirin ku divê azadiyên bingehîn bên misogerkirin da ku nakokiyên siyasî bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin û wekî gava yekem, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û zextên siyasî yên li ser dadweriyê bi dawî bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar di demeke ku demokrasiya li Tirkiyeyê di bin gefeke cidî de ye hat girtin û pêvajoya aştiyê bi piştgiriya partiyên siyasî yên cûrbecûr hatiye teşwîqkirin. Hate diyarkirin ku divê Meclisa Tirkiyeyê beşdarî pêvajoyê bibe û ev pêvajo bibe bingeha pêvajoya nû, demokratîk û aştiyane. Di daxuyaniyê de hişyarî hat kirin ku divê aştî ji aliyê ti pêkhateyeke siyasî ve neyê desteserkirin û ji bo berjewendiyên siyasî neyê manîpulekirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî biryara agirbestê ya PKKê jî artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser baregehan domand û di şert û mercên dijwar de kongreya kritîk a PKKê pêk hat. Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê hat xwestin ku êrîşan rawestîne û ji bo pêvajoyeke aştiyê mekanîzmayên misogerkirinê û ewlehiyê yên pêwîst ava bike. Her wiha hate gotin ku divê Tirkiyeyê leşkerên xwe ji Herêma Kurdistana Iraqê vekişîne û ji bo xelkê hatine koçberkirin bi ewlehî vegere gundên xwe bibe alîkar.

Li ser rewşa Sûriyeyê jî hat gotin ku Tirkiye bi îdîaya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî PKKê ye û vê yekê weke hinceta êrîş û dagirkeriya li dijî herêmê bi kar anî. Hat bibîrxistin ku Rêveberiya Xweser qet gefek rastîn li ser Tirkiyeyê çênekiriye, bi fesihkirina PKKê re ev hincet ji holê hatiye rakirin, divê êrîş bi dawî bibin û hêzên leşkerî yên Tirk ji herêmê vekişin.

Di dawiya daxuyaniyê de ji saziyên Ewropayê hat xwestin ku ji bo ev kêliya dîrokî bibe destêka veguherîna demokratîk a rastîn, bi erka xwe rabe.

Etîket: berdangirtiPEsiyasî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

20 TEBAX 2026
Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

6 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

28 TÎRMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne