• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi vîna azad çekên xwe îmha dikin

Navenda Nûçeyan /AW

11 TÎRMEH 2025 - 11:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da û got: “Ji bo ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.”

Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi vî rengî ye:

“Ji bo gelê me û Raya Giştî;

Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin. Beriya her tiştî ji ber ku hun şahidiya vê çalakiya me a dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin. Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn.

Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê. Eger îro em li vir amadne ev ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyayê ye.

Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.

Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin. Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe weîsleya pêkanîna aştî û azadiyê. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe a dawî de gotibû, “ ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hun li gorî vê rêgezê tevbigerin”.

Em bi dil û can tevlî vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bexetewer in. Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin. Berevajî, her serkeftineke me a rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin. Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serkeftinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin.

Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in. Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê. Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye. Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîng in û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin.

Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin.Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me. Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me a dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me. Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.

Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e;

Pêwîste ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin. Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.

11ê Tîrmeha 2025an

Koma Aştî û Civaka Demokratîk”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne