• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koma Amed xwe ji bo hejandina bajarê Amedê hazir dike

Bilal Guldem / AW

21 COTMEH 2025 - 08:10
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Koma Amed piştî 30 salan li bajarê Amedê konserekê li dar dixe. Koma Amed li Stenbolê dest bi amadekarî ango provaya konserê kir. Li bendê ye ku bi deh hezaran kes tev li konserê bibin.

Koma Amed piştî 30 salan li Amedê dê roja Şemiyê (25ê Cotmehê) konserekê li dar bixe. Konser wê li Qada Newrozê ya Amedê pêk were. Koma Amed yek ji komên kevntirîn ên Navenda Çanda Mezopotamyayê ye. Koma Amed piştî ku li Ewropa dest bi konseran kir vê carê berê xwe dide bakurê Kurdistanê. Konser dê bi dirûşma “Kulilkên Azadiyê Pêşwaziya Aştiya Civakî Dikin” were lidarxistin.

Amadekarî didomin

Konser bi hevkariya Sanatça Organîzasyon, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê tê lidarxistin. Ji bo konsere li Amedê amadekarî berdewam dikin. Li gelek bîlboardên li navenda bajêr afîşên konserê hatine bicihkirin û gel ji bo konserê tê vexwendin. Li bendê ye ku bi deh hezaran kes tev li konserê bibe. Tê payîn ji bajarên derdorê jî muzîkhez werin şahiyê. Koma Amed xwe ji bo hejandina bajarê bîr û evînê amade dike.

Provaya konserê dest pê kir

Endamên komê Suleyman, Serhad, Memo Gul û Serap hatin Stenbolê û dest bi provaya konserê kirin e. Koma Amed û orkestraya xwe li studyoyek Stenbolê ev çend roj in amadekariyên konserê dikin. Li ser stranan dixebitin û bi baldarî dixebitin. Kom wê stranên ji hev xweştir li Amedê derkeve pêşberî gel.

Dê li Amedstore formayan îmze bikin

Endamên komê dê roja 23yê Cotmehê biçin Amedstore ya nêzî stadyûmê. Hunermend dê li vir merasîma îmzekirina formayan li dar bixin û bi hezkiriyên xwe re bicivin.

Dîrokçeya Koma Amed

Kom, sala 1988an ji aliyê xwendekarên Fakulteyên Tibê yên Zanîngehên Enqere û Hacettepeyê ve hat damezrandin.

Di nav endamên destpêkê yên komê de Evdilmelîk Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hebûn.

Albuma yekem sala 1990î bi navê “Kulîlka Azadî” derket û dengvedanek mezin li pey xwe anî.

Yek ji endamên destpêkê yên komê Evdilmelîk Şêxbekir, ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî kedeke mezin da.

Evdilmelîk Şêxbekir, Îlona 1991ê tevl li PKKê bû û sala 1992yan jiyana xwe ji dest da.

Komê paşê bi beşdariya gelek hunermendên din xebatên xwe domand lê hinek endamên komê piştî albuma “Dergûş” a sala 1997an ji ber sedemên siyasî neçar man ku koçberî welatên Ewropayê bibin.

Albumên komê ev in: Kulîlka Azadî (1990), Agir û Mirov (1995), Dergûş (1997-98).

 

 

 

Etîket: AmedKoma AmedkonserSanatça OrganîzasyonSaredariya Bajare Mezin a AmedeŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne