• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

18 SIBAT 2026 - 15:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê piştî pejirandina rapora hevpar daxuyaniyeke dan û destnîşan kirin ku ji niha şûn ve pir girîng e û gotin divê pêşniyarên rapora hevpar demildest bibin qanûn.

Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî ango civîna 21an li dar xist. Di encama civînê de rapora hevpar bi deng dayînê hate pejirandin. Ji 51 endamên komîsyonê 47 encaman weke “erê” deng dan. 2 kesan neyînî deng da û kesek jî ne erênî û ne jî neyînî deng da. Bi vî awayî rapora hevpar hat qebûlkirin. EMEP û TÎPê bi awayekî neyînî deng bikaranîn. Endama Komîsyonê ya CHPê Turkan Elçî jî ne erênî û ne jî neyînî deng bikar neanî. DEM Partî, MHP, AKPê û Koma Yenî Yol û endamên din ên CHPê weke “erê” deng dan. Piştî qeûlkirina rapora hevpar xebatên Komîsyonê bi dawî bû.

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê piştî pejirandina raporê daxuyanî da. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku tevî kêmasiyan jî Komîsyona Meclîsê erka xwe bikar aniye û wiha got: “Xalên 6 û 7 pirr girîng in. Ji niha şûn ve pirr girîng e. Divê Meclîs ji niha şûn ve pêşniyarên qanûnan ku di rapora hevpar de cih girtine bi awayekî lezgînî bike qanûn.”

‘Bi gotina terorê em nikarin bi pêş ve biçin’

Koçyîgît li ser pirsa derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev bersiv da: “Birêz Ocalan banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Birêz Ocalan aktorê herî sereke yê pêvajoyê û aştiya herêmî ye. Em ji nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan cuda nafikirin. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Aliyên wê yên siyasî, aborî, çandî û hiqûqî hene. Ji bo çareseriya van gav hatine avêtin. Ji bo wê jî divê em zimanê xwe jî rast bikin. Bi gotina ‘terorê’ em nikarin bi pêş ve biçin.”

‘Niha dema çêkirina qanûna e’

Endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku erêkirina rapora hevpar dîrokî ye û wiha got: “Bi 47 dengan qebûlkirina raporê pirr girîng e. Ev jî nîşan dide ku bi milyonan kes piştgiriya pêvajoyê dikin. Ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, daxwaza avakirina mekanîzmayeke pir girîng bû. Her wiha pênaseya azadiya raman û fikir di çerçoveya ‘terorê’ de nayê binavkirin. Ji bo hiqûqa Tirkiyeyê pirr girîng e. Yek jî xala girîng ji bo mafê hêviyê ye û penaseya berdana bi şert e. Divê aktorê serekê yê pêvajoyê birêz Ocalan bi awayekî azad bikaribe bixebite. Ji niha şûn ve divê êdî xebatên qanûnî demildest bên kirin.”

Etîket: Abdullah OcalanGulistan Kiliç KoçyigîtKomîsyona MeclîsêMeral Daniş Beştaşrapora hevpar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne