• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçyîgît: Divê li Meclisê demildest komîsyon bê avakirin

Enqere / AW

12 HEZÎRAN 2025 - 12:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Wê Meclîs dest bi betlaneyê bike lê hewce ye ev komîsyon tavilê bê avakirin.”

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît di serî de nerazîbûn nîşanî operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî şaredarên CHPê da û got ku desthilatdarî hewl dide gel ceza bike û xwest ev operasyon bên bidawîkirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku mûçeyê kêmtirîn ê li welat niha 22 hezar û 104 TL ye û nêzî 4 milyon teqawid bi 14 hezar û 469 TL’an debara xwe dikin. Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li desthilatdariyê kir ku ji bo mûçeyê kêmtirîn zem were kirin.

Banga rawestandina êrişên li ser Filistînê kir

Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê da û bang li cîhanê, Tirkiyeyê û Meclîsê kir ku li dijî vê qirkirinê dengê xwe derxînin.

‘Divê demildest komîsyon bê avakirin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûman Kurtulmuş ku dîsa weke Serokê Meclîsê hate hilbijartin pîroz kir û got: “Ev peywir di heman demê de peywireke mezin dixe ser milê birêz Kurtulmuş. Ji ber ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne û ew jî bi berpirsyartiyeke dîrokî rû bi rû ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, berpirsyartiyeke dîrokî li ser milê Meclîsê ye.

Peyamên birêz Kurtulmuş ên di dema serdanên partiyên siyasî de em girîng û biqîmet dibînin. Em li gel gotinên wî yên ji bo pêvajoyeke eşkere û bitendurist in. Lewma jî divê Meclîs zêdetir bêdeng nemîne. Em bêdengiya Meclîê û paşguhkirina wê qebûl nakin. Divê kesek betlaneyê weke hincet nîşan nede.

Wê Meclîs dest bi betlaneyê bike lê hewceye ev komîsyon tavilê bê avakirin. Divê Meclîs di tevahiya havînê de jî bixebite û tavilê hemû amadekariyên qanûnî yên bo sala nû bên kirin û di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Di vê çarçoveyê de hewceye komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî beşdar dibin were avakirin. Em bang li hemû partiyên siyasî û derdoran dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya avakirina komîsyonê. Divê avakirina komîsyonê neyê taloqkirin û em berpirsyartiya xwe ya li dijî civakê pêk bînin.”

Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re

Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsên rojnamevanan bersivand. Ji bo pirsa “Gelo dê nûnerên AKP û MHP’ê biçin serdana Îmraliyê yan na?” wiha got: “Ma çima nebe? Em dixwazin ku hemû partiyên siyasî teqez biçin Îmraliyê, bi birêz Ocalan re nîqaşê bikin û nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyê parve bikin. Birêz Ocalan dixwaze bi derdorên cuda re, bi rewşenbîr, nivîskar û jinan re hevdîtinê bike. Partiyên siyasî yên cuda dixwazin bên gel hev û vê pêvajoyê yekser û bênavbeynkar nîqaş bikin. Li gorî me ev yek dê ji bo pêvajoya heyî gelek sûdewer be. Li pêşiya çûna Îmraliyê ya partiyên siyasî tu astengî nînin. Divê Wezareta Edaletê yekser pêşiya vê veke. Ev yek dê ji bo aştî û pêvajoya Tirkiyeyê sûdewer be. Hevdîtinên aktorên Kurd, derdorên Kurd ên bi birêz Ocalan re jî dê gelek sûdewer be. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên bi birêz Talabanî, birêz Barzanî, birêz Ebdî û derdorên din re gelek girîng e. Jixwe birêz Ocalan ev daxwaza xwe anîbû ziman.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo pirsa têkildarî hevdîtinên bi partiyên siyasî re û nêrîna wan a têkildarî avakirina komîsyonê jî ev bersiv da: “Hemû partiyên siyasî dibêjin ‘Divê komîsyonek were avakirin.’ Di vir de têkildarî şêweya komîsyonê nîqaş hene. Lê belê ji bo esasê tu nerazîbûn nînin. Li gorî ev nîqaşên ser usûlê jî bi hevdîtinên birêz Kurtulmuş dikare were çareserkirin. Her kes dibêje pêdivî bi komîsyonê heye. Ev ji bo me gelek girîng e. Em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de mutebeqeteke berfireh heye.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîGulistan Kiliç KoçyigîtMeclîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne