• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçyîgît: Demokrasî bi tekoşîna gelê Wanê dê pêk bê

Navenda Nûçeyan /AW

15 SIBAT 2025 - 17:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Wan – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Wanê bang li gel kir û got: “Talanker û darbekar ji gel ditirsin. Lê meraq nekin, demokrasî dê bi tekoşîna gelê Wanê pêk bê.”

Polîsan serê sibê şeveqê bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girt. Polîsan di serdegirtinê de ewil tabloya deynan a ji serdema Qeyûm ve maye daxist xwarê. Polîsan di serdegirtinê de 6 rojnameger jî di navde zêdeyî 100 kes binçav kirin. Di serdegirtina avahiya şaredariyê de kesên di hindir de hatin derpkirin û polîsan difina Parlementerê DEM Partiyê Colemêrgê Vezîr Parlak şikand. Li dijî serdegirtina polîsan parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredar jî di navde li pêş avahiya şaredariyê kom bûn û li vir dest bi çalakiyan kirin. Girseya li pêş avahiya şaredariyê kom bûye bê navber dirûşma “Diz heye” berz kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û çend partiyî li Kolana Cûmhûriyetê dest bi meşê kirin. Miletê derdorê piştgirî da meşê û bi dirûşme û çepikan tayînkirina qeyûm protesto kirin. Polîsan girse dorpêç kir û hevşaredar û parlementer derp kirin. Li vir Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn, Ecevît Ceylanci, Abdûrrahman Bedîr, Garîp Yazici, Allahverdî Çelîkok, Necmettîn Erterok, Vahap Coşkûn, Şahîn Yagizer, Şehrîban Dûrmîş Kaçak, Atiye Şen, Macîde Varhan, Mehmet Manto, Hakan Şenkal, Mûrat Îtah, Vezîr Karakbûkût, Berfîn Kûşman, Mûsa Dûman Mehmet Alî Sonmez, Mehmet Bîlîcî, Hamza Çolgeçen, Veysel Şen, Gonul Ûzûnay, Zeynep Tagtekîn, Şengul Polat, Çîgdem Karabûlak, Sînem Mamal, Umît Tayaner, Kemal Koken, Yûsûf Tarhan, Diyar Temel, Mûsa Sertkal, Medya Mermît, Hacî Alaca, Ercan Koç, Emîn Kûtas, Firat Yobaş, Ridvan Ozyûrt, Sûzan Babur û gelek welatiyên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku gihişt bajêr, xwest biçe nava koma hevşaredaran ku di dorpêçê de bûn. Polîsan nehişt Gulistan Kiliç Koçyîgît bikeve nava komê û li ser vê yekê Gulistan Kiliç Koçyîgît dest bi meşê kir. Gelek welatiyên derdorê piştgirî dan Gulistan Kiliç Koçyîgît, lê polîsan vê carê jî Gulistan Kiliç Koçyîgît dorpêç kirin û welatiyên wir bi bombe û gûleyên gazê hatin belavkirin. Welatiyan dorpêçkirina Gulistan Kiliç Koçyîgît şermezar kir û bertek nîşanî polîsan da. Herî dawî polîsan di nav dorpêçê de Gulistan Kiliç Koçyîgît birin nav koma hevşaredaran û di bin dorpêça polîsan de girse heta avahiya DEM Partiyê meşiyan.

Gulistan Kiliç Koçyîgît di vê meşê de axivî, diyar kir ku ew rastiya polîsan a ji silaveke gel ditirse dibînin û wiha got: “Em rastiya dewletê ya ji vîna gel ditirse dibînin. Talanker û darbekar ji gel ditirsin û polîsên xwe peywirdar dikin. Bi hezaran polîs anîne û her der girtine. Em dewleta ku ji Wanê ditirse dibînin. Lê, meraq nekin, wê demokrasî bi tekoşîna gelê Wanê bê. Em ji gelê xwe yê Wanê serbilind in.”

Girse derbasî avahiya DEM Partiyê bû û wê sibê bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li Wanê daxuyanî bê dayîn.

Çalakiyên gel ên li dijî tayînkirina qeyûm cih cih berdewam dike.

Etîket: Abdullah ZeydanDEM PartîGulistan Kiliç KoçyigîtSerra Bucak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne