• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KNKê piştgirî da banga aştî û civaka demokratîk

Navenda Nûçeyan /AW

28 SIBAT 2025 - 18:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî peyama dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Em weke KNKê, vê bangê girîng û dîrokî dibînin û piştgiriyê didin.”

KNKê têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd de doh rojeke dîrokî bû û hate gotin, “Doh heyetek berfireh çû girava Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyetê peyama Birêz Ocalan a bi navê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi xwe re anî û ji reya giştî re bilav kir. Ji vê bangê armanc aştî ye, armanc li Tirkiye û Kurdistanê avakirina civaka demokratîk e, armanc rêvekirina li siyaseta demokratîk e, armanc demoktîzekirina tevaya Tirkiyeyê ye, armanc bi rêya aştî û diyalogê çareseriya pirsgirêka Kurdî ye.”

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Ev bang ji gelek aliyan re ye. Banga sereke ji rayedarên dewleta Tirk re ye ku divê şer rawestînên, pêşiya siyaseta demokratîk vekin, şert û mercên serbest karkirinê ji Birêz Ocalan re pêk bînin, meseleya Kurdî bînin parlamentê û bi awayeke demokratîk çareser bikin.

Bang ji terefê Kurdî re ye ku li gorî siyaseta demokratîk xwe ji nûve rêxistin bikin û bi rêvekirina siyasetê ve çekan ji dewreyê derxin.

Bang ji hêz û saziyên navneteweyî û ji raya giştî ya cîhanê re ye ku di pirgirêka Kurdî de bê çareserî hingî diçe girantir dibe, aştî û aramiya herêmê têk dibe, li ser vê pirsgirêkê rawestin û bibin alî û alîgirê çareseyek demokratîk.

Em weke KNK, vê bangê girîng û dîrokî dibînin û piştgiriyê lê dikin û ji bo ev derfet bê karanîn em ê li ser kar bin û em ê ji bo çareseyek aştî û demokratîk hemî derfetên xwe kar bînin.

Bi vê minasebetê:

Di serî de em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin ku vê derfeta dîrokî ji destê xwe nerevînin û bersivên erênî bidin vê bangê û rêya siyaseta demoratîk vekin û pirsgirêka Kurdî bi rêya diyalogê çareser bikin.

Heta niha dengvedana navneteweyî ne xirab e lê têrê nake, em bang li hêzên cihanî dikin û dibêjin tenê daxuyanî têrê nakin, ji bo ev derfet heba nebe bikevin nava tevgerê û ji bo aştî û diyalogê rola xwe bileyzin.

Em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî û hemê gelê Kurdistanê dikin ku vê dema hestyar de em hemî bi hev re tevbigerin, piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin, yekîtiya xwe xurttir bikin, tekoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanKNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne