• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

Racî Abî / AW

7 TEBAX 2025 - 09:42
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê, komîsyon destpêkekî girîng e. Lê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi komîsyonekê tenê nayê meşandin. Divê alîgirên aştî û demokrasiyê têkoşînê di nava civakê de xurttir bikin da ku ev xebat hêz bidin komîsyonê.
Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ku nêzî 50 sal in didome hişt ku dewleta Tirkiyeyê bi rêya Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike da ku ‘pêvajoyek’ bê destpêkirin. Piştî destpêkirina ‘pêvajoyê’ yekemîn geşedana şênber a ji aliyê dewletê ve avabûna Komîsyona Demokrasî, Xwîşk û Biratiyê û Hevgirtina Mîllî ye. Ji xeynî ÎYÎ Partî, pertiyên ku di Meclisê de cih digirin nûnerên xwe yên komîsyonê diyar kirin.  Li gorî vê yekê ji AKPê 21, ji CHPê 10, ji DEM Partiyê 4, Ji MHPê 4, ji Koma Yenî Yolê 3, ji HUDA Par, Partiya Refahê ya Jinûve, TÎP, EMEP, Partiya Çep a Demokratîk û Partiya Demokrat dê 1 parlamenter tev li xebatên komîsyonê bibin. Ji bo 3 parlamenterên ku ÎYÎ Partiyê neşandine komîsyonê jî pêşniyar hat kirin ku ji AKP, CHP û DEM Partiyê 1 parlamenter din jî tev li komîsyonê bibin. Komîsyon piştî civîna yekem dê di 8ê Tebaxê de careke din bi bicive û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Serokê Serfermanfariya Giştî Yaşar Guler dê têkildarî xebat û rojevên xwe xwekomîsyonê agahdar bikin.
Kêmaniyên Komîsyonê
Ji bo avabûn û civîna yekem a komîsyona ku hatiye avakirin, roja ewil Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan tu gotin negotin û Ajansa Anatoliyayê (AA) derbarê xebat û nîqaşên komîsyonê tu nûçe derbas nekirin. Anku ajans û serokkomar xwe kerr û lal kirin. Ev yek gumanan ava dike. Gelo hesaba Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan cuda heye, an aqûbeta vê pêjajoyê jî dê wekî yên dema derbasbûyî be. Dîsa komîsyon di beşa duyem de ji çapemeniyê re girtî hate domandin. Pirsgirêkekî ku hema bêje her malekê eleqedar dike, ji ber kîjan metirsiyan veşartî hate domandin. Komîsyon, çi ji kê vedişêre. Ev yek zelaliya ‘pêvajoyê’ dide nîqaşkirin. Bersiva van pirsan dê di nava demê de xuya bibin lê bi van kêmaniyan, komîsyon bi qasî ku hêvî dide, ji aliyê gavavêtin û şêweya ve gumanan jî kûr dikin. Jîrbûn û înîsiyatîfa komîsyonê dê li gorî têkoşîna hêzên demokrasiyê û bandora wan encam bibe.
Nexşerêya entegrasyona erênî
Cihê kêfxweşiyê ye ku komîsyona hatiye avakirin, derveyî partiyekê, ji hemû partiyê siyasî nûneran di xwe de dihewîne. Komîsyon divê bi helwesta diyaloga hevpar pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkên ku bi salan e tên taloqkirin demildest têxe rojeva xwe û bêyî tu hesabên hilbijartinê, bixebite. Dîsa li gorî mafê hemû weletiyan tevbigere û ev maf bi qanûnan were parastin. Ji bo nexşerêyê jî ne li gorî piraniya dengan li gorî pêwîstiyên demokrasî û civakê gav werin avêtin, mafê hemû welatiyan ên hebûnî, hiqûqî, çandî, rêxistinî, tenduristî, xwe îfadekirinê û hwd. were temînatkirin û mîsogerkirin.
Komîsyonê 12 rêgezên xebata xwe diyar kir
Navê komîsyonê bû “Komîsyona Demokrasî, Xwîşk û Biratiyê û Hevgirtina Milî. 2- Komîsyon dê bi xwe destûra şopandinê bide rojnamegeran. 3-Ji bo biryara veşartinê ya xebatên komîsyonê dê komîsyon bi xwe diyarker be. 4- Komîsyon dê ji bo azadî, demokrasî û dewleta hiqûqê xebatên xwe bimeşîne. 5- Dê serokatiya komîsyonê Serokê Meclisê bike. Heke amade nebe, dê endamên partiyên siyasî bi dorê yekê pêk bînin. 6- Dê engamên partiyên siyasî yên komîsyonê, karibin werin guherandin. 7- Ji bo civînên ji çapemeniyê re girtî dîsa dê komîsyon biryarê bide. 8- Ji bo civîn û biryardayînan dê dengên ji 5an 3yê endamên komîsyonê têr bikin. 9- Dê hemû nîqaşên komîsyonê werin girtin lê heke komîsyon bixwaze ev girtek dê werin parvekirin. 10- Girêdayî  rojevên dê werin nîqaşkirin, li gorî pêşniyarên partiyên siyasî dê nûnerên saziyên cemawerî, akadrmîsyenên zanîngehê, nûnerên  saziyên sivîl jî karibin tev li civînên komîsyonê bibin. 11- Komîsyon dê heya 31ê kanûna îsal xebatên xwe bidomîne. Heke ji 5an 3 endamên komîsyonê bixwazin dê ev dem karibe were dirêjkirin. 12- Komîsyon derveyî van xalan ji mijarên pêwîst ên din re ji 5an 3 dengên endamên komîsyonê dikare ji bo xebat û usilê komîsyonê biryaran bide.
Avakirina komîsyonê erênî ye lê ya diyarker têkoşîna civakî ye
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê, komîsyon destpêkekî girîng e. Lê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi komîsyonekê tenê nayê meşandin. Divê alîgirên aştî û demokrasiyê têkoşînê di nava civakê de xurttir bikin da ku ev xebat hêz bidin komîsyonê. Herçiqas komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêkên hêvî bide jî endamên komîsyonê piranî ji nûnerên partiyên ku îro desthilat in pêk tê. Helwest girîng e lê çanda demokrasiyê û guhdarkirinê, cudahiyan re rêzgirtin, ne li gorî praniya dengan lê hestiyariya ji bo hemû pêkhateyan zêdetir dê pêvajoya tê meşandin xurt bike. Lewma ne tenê komîsyona heyî ji meclisên taxan heya komînên li gundan her kesek divê xwe tev li xebatan bike, înîsiyatîf bigire, pêvajoyê aîdê xwe bibîne.
Komîsyon dê çi bike, bi kê re hevdîtinan pêk bîne
Komîsyon divê ne weke Mecliseke tengkirî xebatan bigre dest û divê ne li gorî piraniya dengan tevbigere. Komîsyon hewce ye di serî de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, saziyên girtiyan, saziyên malbatên ku di encama şer de zarokên xwe winda kirine, saziyên jin û ciwanan, rêxistinên saziyên sivîl ên hiqûq û mafan, saziyên kedê, zanîngeh, hunermend, rewşenbîr û hemû pêkhateyên ji şerê heyî bandor bûne re civînan li dar bixe, daxwaz û pêşniyaran tên kirin berçav bigire. Dîsa komîsyona heqîqet û hevrûbûnê, komîsyona amadekirina destûra bingehîn divê demildest werin avakirin, rewşa girtiyên nexweş divê were çareserkirin, girtiyên ji ber fikrên xwe yên siyasî dîl hatine girtin divê demildest werin berdan, astengiyên li pêşiya mafê xwe îfadekirin, xwe rêxistinkirin û xwepêşandanan, divê werin rakirin. Berî her tiştî jî divê ji van xebatan re bingeha hiqûqî were amadekirin.
Diyalog heke bawerî hebe pêş dikeve
Li gel hemû geşedanan Meclis heya niha ji derveyî banga Bahçelî ya ji bo mafê hêviyê kiribû tu gavên şênber neavêtin. Têkildarî mijarê bêdengiya Erdogan, polîtîkayên Sûriye û Iraqê yên Tirkiyeyê jî, ji gotinên tên kirin pir cudatir ne û dûrî diyalogê dîplomasiya dewletê bi awayeke dijminane tê meşandin. Ev yek jî bo nîqaşên entegrasyona ku tê xwestin xeterî ne û tu eleqeya xwe bi gotinên ji bo aştiyê tên kirin nîn in. Herwiha KCKê jî bi awayeke eşkere diyar kir ku ew ê ne komîsyonê rasterast gotin û kirinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bigirin. Lê belê heya niha ji pêkanîna çend hevdîtinan bêhtir di şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tu guhertîn nehati çêkirin. Gotinên erênî ji bo ziman baş e lê bi hevokên xweş jî aştî nabe. Hewce ye gotin û kirin yek bin ê xizmeta aştiyeke birêmet bikin.
Etîket: Abdullah OcalanAKPCHPDEM PartîkomîsyonMeclîsMHP
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

1 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (28)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne