• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e

Amed / AW

17 ÎLON 2025 - 21:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e û wiha got: “Ev îrade dibêje ku ‘divê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û di şertên azad de bixebite’.”

Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” ji ber Zîndana Amedê ya li navçeya Rezan a Amedê heta dawiya Cadeya Emekê ya navçeya Rezanê meşek hate lidarxistin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê endam û rêveberên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl û bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.

Girseya ku li ber Zindana Amedê kom bû dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kir û li ber stranên hatin li dar xistin govend gerand. Di meşa ku ji ber Zindana Amedê dest pê kir de bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo Mafê Hêviyê yê Rêber Apo Em ber bi Azadiyê ve dimeşin“ , “Kurd rabûne ji xewa giran ji bo azadiya Ocalan” , “Ji bo aştiyeke mayînde ji Rêbertî re azadî û dowîzên “Azadî hêvî ye, hêvî li Îmraliyê ye” , “Mafê hêviyê mafê jiyanê ye, Nikare teslîm bê girtin” , “Ji bo çanda Kurdî azadî” , “Ji bo nasnameya Kurdan statu” , “Aştî dê bi destê jinan were” hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Jin jiyan azadî ji Rêbertî re azadî” hatin berz kirin û gelek alên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hatin hilgirtin. Her wiha jinan aleke mezin ku “Jin jiyan azadî” li ser dinivîsî hilgirtin.

Bi hezaran kesên ku gihiştin dawiya Cadeya Emekê li vir jî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin, li çepikan dan û lîlandin. Meş da heta li ber AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê bê lidarxistin lê polîsan bi hinceta di meşê de gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin meş astengkirin. Li ser vê yekê piştî meşê li dawiya Cadeya Emekê axaftin hate kirin.

‘Gel xwedî li vîna xwe derket û got birêz Ocalan aktorê sereke ye’

Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin û wiha got: “Em ji kesên ku destûr nedan posterên birêz Ocalan re dibêjin ku em destê dayîkên me û destê her kesên ku ew poster rakirin maç dikin. Gelê me yê ku xwedî li vîna xwe derket dibêje ku di çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk de birêz Ocalan aktorê sereke ye. Divê ev meş kesê netirsîne, ev meş bidawîkirina êşan e.”

‘Birêz Ocalan ji bo çareseriyê hemû derfet pêşkeşkirin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Binêrin bi ser 1ê Cotmehê re salek derbas bû, pêvajo di 27ê Sibatê de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan re dest pê kir. Ji bangê heta niha çareseriyên tevgera Kurd û birêz Ocalan qet xelas nebûn. Birêz Ocalan bi gel û rêxistina xwe re hemû derfet pêşkeşkirin. Komîsyona li Meclisê bi israr û îradeya birêz Ocalan hate avakirin. Tişta herî girîng ew e ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Kesên ku nedihatin cem hev di komîsyonê de hatin cemhev û di çareseriya meseleya Kurd a dîrokî de bûn xwedî gotin. Divê qiymetê vê yekê were zanîn.”

‘Birêz Ocalan bi pêkanîna mafê hêviyê dikare azad bibe’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku bi ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî mafê hêviyê de 11 sal derbas bûn lê di vê pêvajoyê de tu gav nehatin avêtin û wiha domand: “Birêz Ocalan bi pêkanîna mafê hêviyê dikare azad bibe. Birêz Ocalan dibêje em nebêjin mafê hêviyê bêjin dengê hêviyê. Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk pêk were mifteyeke girîng e. Serdemeke nû bi pêkanîna mafê hêviyê pêkan e. Kesên navê vê pêvajoyê dikin ‘xwişk û biratî’ destûrê nadin vê meşê. Em ji wan dipirsin; hûn ê heta kengî birêz Ocalan ji nedîtive werin. Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye û nikare di girtîgehê de bê ragirtin. Birêz Ocalan li dijî cezakirinê Girava Îmraliyê kiriye Girava Aştiyê. Ev îrade teyîsîna îradeya li Girava Îmraliyê ye.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku biryara Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê bide dê were aşkere kirin û wiha pê de çû: “Divê ev biryar ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bibe piştgirî. Pêdiviya me bi serdemeke nû heye. Navê vê serdema nû pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û aktorê sereke Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e.”

‘Pêvajo dê bi azadiya me hemûyan bi encam bigire’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev îrade dibêje ku ‘Divê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û di şertên azad de bixebite.’ Em bi pêvajoyeke ku ji bo berjewendiyên tu kesê neyê pûçkirin re rûbirû ne. Dayikên me yên hêja yên tevî her tiştî dest ji bilindkirina têkoşînê bernedan, ciwanên me yên ala têkoşînê hildigirin, hevalên me yên kedkar em saya we li vir in. Bi saya her yekê ji we wê ev pêvajo bi azadiya me hemûyan bi encam bigire.”

Meş bi axaftina Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi dawî bû.

Etîket: AmedÇigdem kiliçgun UçarMafê HêviyêmesPlatforma Saziyên Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne