Qanûna Çarçoveyî ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ bi 468 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. ÎYÎ Partiyê neyînî deng da û Partiya Yenîden Refahê jî ne neyînî û ne jî erênî deng da. Hemû partiyên din jî erênî deng dan.
Qanûna Çarçoveyî ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ bi 468 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin. Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî bi 468 dengan hat qebûlkirin. 87 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan û 6 kesan jî ne neyînî û ne jî erênî deng dan. DEM Partî, AKPê, MHPê, Koma Yenî Yol, HUDA-Par, TÎP û EMEPê erênî deng dan. ÎYÎ Partiyê neyînî deng da û Partiya Yenîden Refahê jî ne neyînî û ne jî erênî deng da
Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel ku di Desteya Giştî de axivî helwesta partiya xwe diyar kir û got ew dê bi awayekî erênî deng bidin. Lê ji Yenî Partiyê 54 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan. CHPê jî 29 erê û 2 jî na deng derket. Ji yên xweser jî 1 kesan bi awayekî na deng dayê û ji Partiya Demokrat jî yek kesî na deng da ye.













